KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
"Farqîn warê Egîd û Delîlan e, serî natewîne"
Li Farqînê, qedexeya derketina derve û êrîş di roja 7. de dewam dikin. Berxwedana gel mezin dibe. -
Jinên rewşenbîr ji bo piştgiriya xelkên Sûrê hatin serdana navçeyê
Jinên rewşenbîr ên serbixwe ji Stenbolê ketin rê û hatin serdana xelkê navçeya Sûrê ku tê de xwerêveberî hatibû îlankirin û rastî êrîş û dorpêçkirina hêzên dewletê hatibû. -
Tekîn: Divê xwerêveberî bi tenê neyên hiştin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn diyar kir, ku xwerêveberiyên li dijî êrîşên hovane yên artêşa Tirk hatine ragihandin divê bi tenê neyên hiştin û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê wê li pêşiya xwerêvebirina gelê Kurd nikaribe bibe asteng. -
Polîsan li Farqînê qehwexane gulebaran kirin: 1 mirî, 2 birîndar - HAT NÛKIRIN
Li navçeya Farqînê di roja 7'emîn a qedexeya derketina derve de tîmên taybet qehwexaneyek gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kesek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn. -
DBP'ê ji bo Farqînê banga lezgîn kir!
DBP'ê diyar kir ku dewlet li Farqînê sivîlan qetil dike û banga lezgîn a piştgiriyê kir. DBP'ê her wiha bang li dewletê jî kir ku polîsan derxîne derveyî navçeyê û dawî li kiryarên xwe bîne. -
Heyeta Îmraliyê wê daxuyaniyekê bide
Heyeta Îmraliyê, der barê manîpulasyonên li ser 'Pêvajoya Çareseriyê û Ocalan' tên kirin de, wê bicive. -
Encamnameya civîna Komîteya Dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên Kurdistanî
Encamên 6. civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî, bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin. -
Ji bo piştgiriya Rojava şeva helbestvanên ciwan ên Kurd û Rûs
Ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava, helbestvanên ciwan ên Kurd û Rûs li hev kom bûn û bi xwendina helbestên xwe yên li ser Rojava re, şoreş silav kirin. -
Li Farqînê roja heftemîn: Tax tên bombekirin
Hêzên taybet ên Qesrê ku 3 taxên Farqînê ev 7 roj in dorpêç kirine û êrîş dikin, danê sibehê careke din êrîş kirin. Ji taxên tên bombekirin, agahî nayê stendin. -
Rêya Hol-Xatûniyê ket bin kontrola hêzên HSD'ê
Hêzên HSD'ê rêya di navbera Hol û Xatûniyeyê xistin bin kontrola xwe. Di pêngava HSD'ê de 2 gund û 2 gundikên din jî hatin azadkirin, 2 jê serçete 16 çete hatin kuştin. -
Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Çelebînskê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li Çelebînskê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl ê li Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin. Kurdistaniyan operasyona azadkirina Şengalê jî silav kirin. -
Heyeta HDP û DBP'ê berê xwe da Farqînê
Li Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 7. de dewam dike. Li navçeyê, duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn. Danê sibehê gelek ambûlans ber bi navçeyê ve hatin şandin. -
Ji Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan banga tifaqê
Fermandariya Hevbeş a Rizgarkirina Êzidxan ji bo armancek hevbeş a rizgarkirina Şengalê banga tifaqê kir. -
Karayilan ji gerîla re axivî: Hemû êrîş wê qat bi qat bên bersivandin
Karayilan: Madem hûn dixwazin ewqasî êrîş bikin, fermo êrîş bikin. Lê ji bîr nekin, li hemberî her êrîşa we, wê qat bi qat bersiv bê dayîn. -
Roja ku roportaja wî hat weşandin jiyana xwe ji dest da
Sabir Aybar ango Rustem Zal ji Geverê çû tevlî nav refên YPG’ê bû. 3’yê Mijdarê li eniya şer bi nûçegihanê ANF’ê re axivî. Roportaja wî 4’ê Mijdarê hat weşandin û Rustem Zal wê rojê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. -
Aydar: AKP wê poşmam bibe, em ê bersiva pêwîst bidin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li dijî Kurdan şerekî topyekûn dimeşîne û got, "Kurd wê xwe li dijî van êrîşan biparêze. Tevgera me wê bersiva pêwîst bide AKP'ê." -
Êrîşên polîsan ên li Sûrê didomin
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku êrîşên polîs û tîmên taybet didomin, tîmên taybet ên bi rojane di serdegirtinên malan de gelek kes binçav kirin digirin ser malên vala û rasterast derdorê gulebaran dikin. -
Li Nisêbînê teqîn: 3 polîs birîndar bûn
Li Nisêbînê dema wesayîteke polîsan a zirxî derbas dibû teqîneke dijwar rû da. Di teqînê de 3 polîs birîndar bûn. -
Êrîşên li Farqînê didomin
Li navçeya Farqînê ya Amedê di 6’emîn roja qedexeya derketina derve de ku êrîş didomin tîmên taybet yên bi awayekî zêde bombeyan bikar tînin, bombeyan diavêjin herêmên ku qedexe lê nîne jî. -
Li Wanê qeza: 3 mirî 11 birîndar
Li navçeya Qerqelî ya Wanê dolmîşa ku ji dawetê vedigeriya wergeriya û di encama qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 ji wan giran 11 kes jî birîndar bûn. -
Du gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin
Şervanên HSD’ê li başûrê Hesekê 2 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Şervanên HSD’ê wesayîteke bombebarkirî rûxandin
Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên HSD’ê bikin, lê wesayîta wan beriya ku bigihîje hedefa xwe hate rûxandin. -
Êrîş jî berxwedan jî didome
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê hember gel pêk hat bênavber didomin, li hember van êrîşan jî berxwedana Kurdistaniyan didome. -
Hozat: Ev şer wê AKP'ê biqedîne
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat got, "Ev şer wê li gorî pêşdîtina AKP'ê nemeşe. Bi vî şerî re wê AKP biqede. Divê mirov bi encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê nexapin." -
Bombardûmanên artêşa Tirk didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên bejahî û hewayî li hemberî herêmên gerîla bênavber didomin