Şervanên HSD’ê wesayîteke bombebarkirî rûxandin

Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên HSD’ê bikin, lê wesayîta wan beriya ku bigihîje hedefa xwe hate rûxandin.

Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên HSD’ê bikin, lê wesayîta wan beriya ku bigihîje hedefa xwe hate rûxandin.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê çeteyên DAIŞ’ê saet derdora 14.35’an de hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî çeperên şervanê HSD’ê yên ku 700 metre li bakurê Gola Xatuniyê ne bikin. Lê hêzên HSD’ê bi wesayîtê hesiyan û beriya ku bigihîje armanca xwe rûxand.