Li Nisêbînê teqîn: 3 polîs birîndar bûn
Li Nisêbînê dema wesayîteke polîsan a zirxî derbas dibû teqîneke dijwar rû da. Di teqînê de 3 polîs birîndar bûn.
Li Nisêbînê dema wesayîteke polîsan a zirxî derbas dibû teqîneke dijwar rû da. Di teqînê de 3 polîs birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbînê bi armanca protestokirina êrîşên dewletê yên li hember Farqînê komekê li ser Cadeya Lozan a li pêşiya Navenda Çandê ya Mîtanî çalakiyek li dar xist. Li ser êrîşa polîsan koma dest bi berxwedanê kir çalakiya xwe domand. Paşê dema gelek wesayîtên zirxî ber bi Cadeya Lozan ve diçûn li Kolana Haci Fetva teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê li gor agahiyên destpêkê 3 polîs birîndar bûn. Hat diyarkirin ku polîsên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Li dû teqînê li taxê dengê çekan destpê kir.