Tekîn: Divê xwerêveberî bi tenê neyên hiştin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn diyar kir, ku xwerêveberiyên li dijî êrîşên hovane yên artêşa Tirk hatine ragihandin divê bi tenê neyên hiştin û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê wê li pêşiya xwerêvebirina gelê Kurd nikaribe bibe asteng.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn diyar kir, ku xwerêveberiyên li dijî êrîşên hovane yên artêşa Tirk hatine ragihandin divê bi tenê neyên hiştin û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê wê li pêşiya xwerêvebirina gelê Kurd nikaribe bibe asteng.

Tekîn, hilbijartinên 1'ê Mijdarê, êrîşkariya AKP'ê û girîngiya xwerêveberiyan ji ANF'ê re nirxand.

HILBIJARTIN NIKARE DÎKTA ERDOGAN REWA BIKE

Tekîn, konsepta şer, êrîş, komkujî, binçavkirin, girtin û zextên li hemberî gel ên pêvajoya hilbijartinê bibîr xist û destnîşan kir, ku meşrû û normaldîtina encamên hilbijartineke bi vî rengî tê wateya mafdar nîşandana faşîzmê.

Tekîn got, "Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê were wateya; rewakirina hikûmeta AKP'ê û serîtewandina li ber hikûmeta AKP'ê. Lewma ev hilbijartina hatiye kirin ne normal e û ne meşrû ye. Ji ber vê yekê encamên xwe jî ne meşrû ne. Li ser vê bingehê, hikûmeta bi van encaman re were avakirin, divê ji aliyê hêzên demokrasiyê ti carî rewa neyê dîtin. 

'KENAN EVREN ÇIQASÎ MEŞRÛ BE, AKP Û ERDOGAN JÎ EWQASÎ MEŞRÛ NE'

Wergirtina dengekî zêde faşîzma AKP'ê rewa nake. Dîktatorê faşîst Kenan Evre jî bi rêjeya ji sedî 92'an re hem destûra xwe ya bingehîn a 12'ê Îlonê ya faşîst da erêkirin, hem jî xwe weke serokkomar da hilbijartin. Kenan Evren çiqasî meşrû be, faşîzma AKP û Tayyîp Erdogan jî di heman astê de meşrû ne."

Tekîn da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê bi encamên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê de bêhtir êrîşkar bû û anî ziman ku li herêmên weke Gever, Farqîn û Sûrê komkujî hatiye kirin.

Tekîn diyar kir hikûmeta AKP'ê di daxuyaniya xwe ya heman piştî civîna ewlekariyê ya destpêkê ya piştî hilbijartinê de ragihand ku şerê tinekirinê wê tevahiya zivistanê bidome û da zanîn ku hem êrîşên li hemberî hêzên gerîla, hem jî binçavkirin û girtinên li qada siyasî, îspata vê yekê ne.

Bozan Tekîn ragihand, ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ev rewş bi dorfirehî nirxandiye, di encamê de biryar daye ku biryara bêçalakîtiya yekalî bi dawî bike û destnîşan kir, ku parastina xwe û xaka xwe ji zalim û dagirkeran, mafê herî xwezayî yê gel e.

'DIVÊ XWERÊVEBERÎ BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN'

Tekîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qetilkirina ciwanên Kurd û êrîşên li Kurdistan û metropolan li hemberî Kurdan bibîr xist û got, "Li bajarên ku xwerêveberî lê hat ragihandin dest bi komkujiyan kir. Herî dawî bi komkujiyên li Gever, Sûr û Farqînê re nîşan da ku wê mafê jiyanê ji gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê re nas nekin.

Di rewşeke bi vî rengî de, ji bilî berxwedaneke bi rêxistinî, rêyeke din nemaye. Çawa ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hêzên azadiyê yên krudistanê li hemberî faşîzma 12'ê Îlonê teslîm nebûn û berxwedaneke bi rûmet nîşan dan, çawa ku li dijî şerê topyekûn ê salên 90'î yên Çîller, Gureş û Agar berxwedaneke topyekûn nîşan dan, wekî din çawa ku li hemberî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo milîtanên PKK'ê û welatparêzên Kurdistanê di xeta fedaî de li ber xwe dan, wê li hemberî van êrîşên namerdî yên AKP'ê jî bi heman rengî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Di heman demê de, çawa ku gelê Kurdistanê û hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyeyî li Rojavayê Kurdistanê li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi ser ketin, wê li hemberî AKP a veguheriye DAIŞ'ê wê bi ser bikevin.

Ji bo vê jî, pêwîste gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi lezgînî li dijî komkujiyên li Farqîn û Geverê rabin ser piyan. Û li hemberî faşîzma AKP-DAIŞ'ê berxwedana bi rêxistinî heta dawiyê bidomînin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di vî warî de bi biryar e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn destnîşan kir, ku divê bi taybetî li dijî êrîşên hovane yên yekîneyên dagirker li hemberî Farqîn, Sûr û Geverê dikin, divê tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî bikevin nava tevgerê û xwerêveberiyên berxwedêr, bi tenê nehêlin.

Tekîn got, "Divê li bajar û navçeyên din xwerêveberî bên ragihandin û parastin. Bi vî rengî pêwîste xwerêveberiyên berxwedêr bi tenê neyên hiştin. Seranserê Kurdistanê wê bibe welatê ku gelê me xwerêveberî lê ragihandiye, bi vîna xwe, li ser xaka xwe xwe bi rê ve dibe. Ti kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng. Ev yek mafê herî xwezayî yê gelê me ye. Mafê ku xwe dispêre gelbûyînê. Çawa ku hikûmetên dewleta TC a dagirker nikarîbû li pêşiya vînbûyîn û azadbûna gelê me bibin asteng, îro jî wê hikûmeta AKP û Tayyîp Erdogan, nikaribe li hemberî xwerêveberiya gelê me yê di vê astê de bûye xwedî vîn, bibe asteng.

Girîng e jin, ciwan, karker, kedkar, rewşenbîr û tevahiya gelên me yên ji çand û olên cuda, li dijî faşîzma AKP'ê bi hev re têkoşîna xwe xurt bikin, rêxistinbûyîn û berxwedana xwe mezin bikin."