Hozat: Ev şer wê AKP'ê biqedîne
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat got, "Ev şer wê li gorî pêşdîtina AKP'ê nemeşe. Bi vî şerî re wê AKP biqede. Divê mirov bi encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê nexapin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat got, "Ev şer wê li gorî pêşdîtina AKP'ê nemeşe. Bi vî şerî re wê AKP biqede. Divê mirov bi encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê nexapin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat got, "Ev şer wê li gorî pêşdîtina AKP'ê nemeşe. Bi vî şerî re wê AKP biqede. Divê mirov bi encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê nexapin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, rewş û bûyerên dawî yên di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxand.
'1'Ê MIJDARÊ RASTIYA XESP, ZEXT Û FAŞÎZAN A AKP'Ê RADIXE PÊŞ ÇAVAN'
Hozat da xuyakirin, ku Tirkiye di encama darbeyekê de ket nava pêvajoya hilbijartinê ya 1'ê Mijdarê û destnîşan kir, ku hilbijartina esasî ya ku meyla rastî ya Tirkiyeyê nîşan dide, hilbijartina 7'ê Hezîranê ye.
Hozat diyar kir ku ti meşrûiyeta hilbijartinên 1'ê Mijdarê nîne û got, "Rêjeya dengan a AKP'ê di 1'e Mijdarê de bi dest xist, rastiya Tirkiyeyê nîşan nade. Rastiya xesp, zext, otorîter û faşîzan a AKP'ê nîşan dide."
'AKP'Ê TI CARÎ ŞER NESEKINAND'
Hozat destnîşan kir ku AKP wê ji niha û pê ve şer dijwartir û kûrtir bike û bibîr xist, ku Erdogan û rayedarên AKP'ê bi daxuyaniyan ev yek bilêv kirine.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da zanîn ku AKP'ê ti carî şer nesekinand û ev nirxandin kir: "Binêrin ji Newroza 2013'an û pê ve şerekî giran ê taybet meşand. 2,5 salan lez da xebatên çêkirina qereqol-kaleko, bendav û rêyên ji bo armancên leşkerî. Sîstema cerdevaniyê ji nû ve nirxand. JÎTEM û DAIŞ xist nava hev û ji nû ve bi rêxistin kir. Bi hezaran siyasetmedar û welatparêz girt. Di pêvajoya ku li Îmraliyê diyalog dihat meşandin de, her roj cenaze ji girtîgehan derket. AKP'ê di pêvajoya diyalogê de giraniya şer da Rojavayê Kurdistanê. Bi DAIŞ û El Nûsra re tifaq kir û bi vê tifaqê re li hemberî Kurdên li Rojava şerekî dijwar meşand. Ji bo vegotina şerê ku AKP'ê di pêvajoya bi navê 'pêvajoya çareseriyê' de li hemberî Kurdan meşand, kaxiz û gotin têrê nake."
'EV ŞER WÊ AKP'Ê BIQEDÎNE'
Hozat da xuyakirin ku AKP wê vî şerê ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê a Kurd, ne tenê zivistanê, di bihar û havînê de jî bidomîne û got, "Mîna niha wê bi seferberkirina hemû derfetên dewletê re vî şerî bimeşîne. Ji ber ku AKP garantiya hebûn û dewamiya desthilatdariya xwe di meşandin û bi ser xistina vî şerî de dibîne. Lê ev şer wê li gorî pêşdîtina AKP'ê nemeşe. Ev şer wê AKP'ê biqedîne. Divê mirov bi encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê nexapin. Encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê ne bihêzbûna AKP'ê, bêhêziya AKP'ê nîşan didin. Eger ev encam bi kûrahî bê analîzkirin, ev rastî wê bi awayekî zelal bê dîtin. AKP'ê bi hêza xwe, ev hilbijartin qezenç nekir. Refleksa netewe dewlet a klasîk, berjewendiyên navneteweyî yên rojane, ev encam afirand. Lê pêkane ku ev rewş di her kêliyê de serûbin bibe. Wê serûbin bibe. Qelsbûyîn û ji hev ketina AKP'ê neqediya ye. Hilbijartina 1'ê Mijdarê ji bo AKP'ê bihareke derewîn e. Divê bi vî rengî were dîtin û nirxandin."
'LI PÊŞBERÎ BERXWEDANA BI HEYBET A GEL WÊ AKP NIKARE LI SER PIYAN BIMÎNE'
Hozat ragihand, ku AKP di binê vî şerî de maye û got, "Çawa ku AKP bi darbeyê bi awayekî 'muhteşem' hat ser desthilatdariyê, di hema pêş de wê bi heman muhteşemiyê biçe. Ji ber ku AKP wê li berxwedaneke bi heybet rast bê. AKP a ku şer û tesfiyeyê weke çareseriyê dibîn, li pêşberî berxwedana bi heybet a gel, wê nikaribe li ser piyan bimîne. Rastî û hêza berxwedanê ya gelan, ji biharên derewîn xurttir in. Rastî ti carî bi darbeyê, bi şer bi konseptên tesfiyeyê re nikarin ji holê bên rakirin."
'PROJEYA HDP'Ê YA HERÎ RASTEQÎN Û BI HÊZ E'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku encamên hilbijartinê ji bo projeya HDP'ê nayê wateya qelsiyê û got, "Hin derdor, bi bandora şerê taybet re HDP'ê weke neserketî dinirxînin. Ev rast nîne. HDP di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de projeya herî rasteqîn û xurt e, ku derketiye holê."
Hozat anî ziman ku eger projeya HDP'ê li hemberî êrîşên herî hovane û qirêt ê cîhanê serketin bi dest xist, hingî ji niha û pê ve pêşiya HDP'ê vekiriye. Hozat ragihand ku HDP hêza rasteqîn a mûxalefeta bingehîn a tekane ya Tirkiyeyê ye, şensa ji bo aştî û çareseriya demokratîk e. Hozat diyar kir ku gelên Tirkiyeyê wê vê şensê gelekî baş bi kar bînin.
'AZADIYA RÊBER APO, BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ YE'
Hozat bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku AKP naxwaze nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêjin derve.
Hozat axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "AKP ditirse ku nêrînên Rêber Apo bigihêje derve. AKP gelekî baş bi hêza Rêber Apo ya li ser civakê û siyasetê dizane. Hewl dide bi tecrîdê re pêşî li vê bigire. Ji ber vê yekê destûrê nade ku Rêber Apo weke mafê xwe yê herî xwezayî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku êdî bi ti awayî nabe li hemberî tecîd, zilm û şîdeta li hemberî Rêber Apo nêzîkatiyeke bêdeng were nîşandan û got, "Nuqteya ku qiyamet were rakirin ev nuqte ye. Ji bo rakirina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo, pêwîste li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya cîhanê berxwedan û têkoşîneke bi heybet bê nîşandan. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye. Bi sedan caran îspat bûye ku heta Rêber Apo azad nebe, Kuerd, jin û gel azad nabin."
Hozat li ser vê bingehê bang li Kurdan, jin û ciwanan, hêzên alîgirê nirxên aştî û demokrasiyê ne kir, ku ji bo rakirina tecrîdê û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.
'AKP WÊ DIJMINATIYA XWE YA LI DIJÎ ROJAVA ZÊDETIR BIKE'
Hozat bal kişand ser dijminatiya AKP'ê ya li Rojavayê Kurdistanê jî û anî ziman ku ji niha û pê ve ev dijminatiya AKP'ê wê zêdetir bibe.
Hozat li ser vê mijarê ev nirxandin kir: "Hemû işaret nîşan didin ku AKP wê dijminatiya xwe ya li Kurdên li Rjoava dijwartir bike. Dibe ku AKP bi hincet û argumanên cuda re dest bi şerê li hemberî Rojava bike. Dibe ku vê çavsorî û dînîtiyê bike. Dikare bêje ku 'ez ê li hemberî DAIŞ'ê şer bikim' û di bin vî navî de senaryoyên ketina nava Sûriyeyê bixe meriyetê. Dewleta Erdogan û AKP gelekî pragmatîk in. Heta roja îro DAIŞ li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê bi kar anî, li gorî kêfa xwe sûd ji DAIŞ'ê wergirt û dibe ku ji vê nuqteyê û pê ve bi awayekî cuda DAIŞ'ê bi kar bîne. Jê tê ku rêbazê biguherîne. Dikare di navbera xwe û hêzên navneteweyî de DAIŞ'ê bike mijara bazariyê û bi vê yekê re li hemberî Kurdan komkujiyê pêk bîne û polîtîkaya tesfiyekirina PKK'ê bimeşîne. Ev ne dibetiyeke qels e."
'AKP LI DIJÎ ROJAVA DÎNÎTIYÊ BIKE, WÊ TIRKIYE BIBE SÛRIYE'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku eger AKP dînîtiyeke bi vî rengî bike, wê Tirkiye veguhere Sûriyeyê û got, "Ev rewş, encameke misoger e. Ji xwe AKP bi polîtîkaya xwe ya hundir û derve ya li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dimeşîne re, Tirkiyeyê ber bi Sûriyebûyînê ve dibe. Bi van polîtîkayên AKP'ê re, ne zehmete ku mirov bibîne Tirkiye piştî 6 meh an jî salekê bikeve nava rewşeke çawa. Bûyerên ku niha diqewimin, bi tenê nîşaneyeke biçûk a bûyerên di dema pêş de biqewime ye. Her kesê ku serê xwe rast dixebite, dikare bi hêsanî pêşeroja Tirkiyeyê ya bi vê rêveçûnê bibîne. Aşkera ye ku AKP hem wê li Bakurê Kurdistanê hem jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan şer sor bike. Wê li 2-3 eniyan bi carekê ve şer dijwar bike. Ev yek jî di dawiya dawî de wê Tirkiyeyê biqedîne."
RÊBAZA TÊKOŞÎNÊ YA DEMA PÊŞ
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku weke tevger û gel ew bi şerekî topyekûn re rû bi rû ne û got, "Li hemberî vê yekê em ê berxwedaneke xurt nîşan bidin. Em ê di nava şerekî xweparastinê yê aktîf de bin. Li Bakurê Kurdistanê ji bo avakirin û parastina xweseriya demokratîk em ê bixebitin, têbikoş in. Em ê berxwedanê li her derê belav bikin. Li dijî şerê topyekûn yekane rê û alternatîf berxwedana topyekûn e. Em ê têkoşînê bi biryardariyeke mezin xurt bikin. Azadî bi berxwedanê dibe. 'Çiqasî berxwedaneke zêde, ewqasî azadî û demokrasiyeke zêde' şiyara bingehîn a dema nû ye. Wezîfeya bingehîn a dema nû topyekûnkirina berxwedanê ye. Di vê demê de hem berxwedana civakî hem avakirina demokratîk, hem jî xweparastin wê di zikhev de bimeşin. Ya ku Rêber Apo azad bike jî ev e; têkoşîn û berxwedana topyekûn e."