Êrîş jî berxwedan jî didome
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê hember gel pêk hat bênavber didomin, li hember van êrîşan jî berxwedana Kurdistaniyan didome.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê hember gel pêk hat bênavber didomin, li hember van êrîşan jî berxwedana Kurdistaniyan didome.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), da xuyakirin ku êrîşên polîsên AKP’ê yên li hember Farqînê bênavber didomin, li hember van êrîşan gelê Farqînê di pêşengiya ciwanan de li ber xwe dide û pevçûnên di navbera gelê Farqînê û polîsan de bênavber didomin. YDG-H’ê got, “6’ê Mijdarê wesayîteke zirxî ya Ural ji aliyê ciwanan ve hat derbkirin û hat bêbandorkirin. Dîsa 7’ê Mijdarê saet 11.30 ciwanan wesayîteke zirxî ya Kobra derb kirin. Hejmara mirî û birîndarên polîsên di her du wesayîtan de nehat tespîtkirin. Tîmên taybet ên Qesrê yên nikarin bikevin navçeyê, bi leşkerên ku li derdora navçeyê bi cih bûne top û hawanan diavêjin malên gelên sivîl. Di encama êrîşan de gelek mal zerar dîtine. Ji ber rêyên diçin taxan di destê ciwanan de ne kepçeyên zirxî di hewşên gel de derbas dibin, malan xera dikin û rêyên nû vedikin. Di van pevçûnan de 7’ê Mijdarê endamekî YDG-H’ê Ferhat Dogrû şehîd ket. Hêzên dewletê êrîş birin ser gelê ku qedexeya derketina kolanan protesto kirin 23 kes binçav kirin.
YDG-H’ê diyar kir ku pevçûnên li Sûra Amedê didomin û detay wê piştre bên ragihandin, têkîldarî navçeya Farqînê got: “7’ê Mijdarê danê êvarî ji bo protestokirina êrîşên polîsan ên li hember Farqînê, li navçeya Cizirê ya Şirnexê li hember avahiya edliyeyê, ciwanan çalakî li dar xistin û di navbera ciwan û polîsan de pevçûn diqewimin. Pevçûn heta derengê şevê jî berdewam dikin.”
LI ŞIRNEXÊ BERXWEDAN DIDOME
YDG-H destnîşan kir ku li Şirnexê di navbera hêzên dewleta Tirk û ciwanan de pevçûn diqewimin û wiha berdewam kir: “Her wiha, li navenda Şirnexê 6’ê Mijdarê saet ji 00.00’an heta sibeha 7’ê Mijdarê polîsên AKP’ê, bi gelek êrîşên hemwext hewl dan bikevin taxên Yenîmahalle û Dîcle, lê li hember berxwedana ciwanan neçar man vekişin. Temamî bûyerên li Şirnex û Cizîrê, ji bo piştgiriya Farqînê hatin lidarxistin.
7’ê Mijdarê ji saetên êvarî ve rêya di navbera navçeya Şirnexê, Hezex û navçeya Mêrdînê, Nisêbînê di bin kontrola ciwanan de ye û kontrola ciwanan didome.”