Êrîşên li Farqînê didomin

Li navçeya Farqînê ya Amedê di 6’emîn roja qedexeya derketina derve de ku êrîş didomin tîmên taybet yên bi awayekî zêde bombeyan bikar tînin, bombeyan diavêjin herêmên ku qedexe lê nîne jî.

Li navçeya Farqînê ya Amedê di 6’emîn roja qedexeya derketina derve de ku êrîş didomin tîmên taybet ên bi awayekî zêde bombeyan bikar tînin, bombeyan diavêjin herêmên ku qedexe lê nîne jî.

Tîmên taybet roket û topa hewanê avêtin Cadeya Gazî ya li Taxa Camî. Bi tundiya top û roketê teqiya gelek camên mal û dikanan şikestin, topa hewanê bi ser cadeyê ket teqiya li mala malbata Çîçek ket. Mehmet Emîn Çîçek ê 65 salî ku bi hevsera xwe re li malê dijî ji ber parçeyên caman li laşê wî ketin birîndar bû. Welatiyên li derdorê yên bi hawara hevsera wî Fatma Çîçek ve hatin Çîçek ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Fatma Çîçek diyar kir ku ji destpêka êrîşan ve zarokên wan bang wan dikin vegerin gundê lê dijîn, lê nexwestine ji malê veqetin. Çîçek ragihand ku ji bo zarokên wan bang li wan neke, hevserê wê telefonê jî venake, dema li malê rûdiniştin bi carekê ve teqînek çêbû, wê demê hevserê wê li şaneşînê rûdinişt. Çîçek destnîşan kir ku piştî teqînê camên şkestî li bedena hevserê wê ket û di nav xwînê de li erdê dirêj bû. Çîçek anî ziman ji bo nikaribû tenê rake, bi qîrînê alîkarî xwestiye û welatiyên derdor hatine malê, hevserê wê rakirine nexweşxaneyê.

Her wiha, piştî topa hawanê, roketa tîmên taybet avêt li dîwarê maleke li ser cadeyê ket. Roket neteqiya û bi dîwar ve aliqî ma, polîs hatin li roketê nihêrîn û paşve çûn.

4’ê Mijdarê roketek li qata sêyemîn a apartmanek 5 qatî ya li Gumuştay a li ser Cadeya Diyarbakir a Taxa Camî ketibû.