Li Wanê qeza: 3 mirî 11 birîndar

Li navçeya Qerqelî ya Wanê dolmîşa ku ji dawetê vedigeriya wergeriya û di encama qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 ji wan giran 11 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Qerqelî ya Wanê dolmîşa ku ji dawetê vedigeriya wergeriya û di encama qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 ji wan giran 11 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Qerqelî ya Wanê, li herêma Kanîkavran a Taxa Memetalanê, dolmîşa ku ji dawetê vedigeriya ji ber lastîka wê teqiya, wergeriya. Di encama qezayê de 3 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, 7 ji wan giran 11 kes jî birîndar bûn. Birîndar, bi alikariya welatiyên derdor rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û piştî mudaxaleyên ewil, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê hatin kirin.