Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Çelebînskê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li Çelebînskê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl ê li Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin. Kurdistaniyan operasyona azadkirina Şengalê jî silav kirin.

Kurdistaniyên li Çelebînskê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl ê li Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin. Kurdistaniyan operasyona azadkirina Şengalê jî silav kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Rûsya Çelebînskê dijîn, bi civînekê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl ê Farqîn, Cizîr û tevahiya Bakurê Kurdistanê, şermerzar kirin. Civîna li salona Zvîzda bi deqeyeke rêzgiritnê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Endamê Rêveberiya Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Sevdîn Davoyî, ji rûspiyên civaka Êzidî Şêx Tîtal Herenîk, Endamê Meclîsa Çelebînskê Azîz Îsko û Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar tevî gelek Kurdistaniyan di civînê de amade bûn.

Davoyî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku gelê Kurd çiqasî nêzî azadiyê dibe û li Rojhilata Navîn dibe hêz, dewleta Tirk hîn bêhtir êrîşî Kurdan dike û got, "Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk ti carî naxwaze Kurd azad bibe û li herêmê bibe xwedî hêz. Lê belê tiştekî ku Tirkan hesabê wê nekiriye, heye. Ew jî; Kurd berdêla xwe çi dibe bila bibe wê li xaka xwe azad bibin."

Davoyî ragihand ku berxwedanê gelê Kurd mezin kir û hîn bêhtir ew nêzîazadiyê kir û got, "Êrîşên îro dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dimeşîne, êrîş û komkujiyên li derveyî mirovahiyê ne. Tevî gelê me, divê hêzên navneteweyî jî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û êrîşan şermezar bikin."

Davoyî di dewma axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên azadkirinê yên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê û got, "Ji bo rizgariya Şengalê ji tarîtiyê û ji bo paqijkirina Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê, em operasyonên hêzên YBŞ, HPG, YPG/YPJ'ê weke Êzidiyên li Rûsyayê silav dikin."

...