Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li dijî Kurdan şerekî topyekûn dimeşîne û got, "Kurd wê xwe li dijî van êrîşan biparêze. Tevgera me wê bersiva pêwîst bide AKP'ê."
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar, hilbijartinên 1'ê Mijdarê, êrîşên AKP'ê û helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd a li hemberî van êrîşan ji ANF'ê re nirxand.
'TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞAN JÎ HDP BI SER KETIYE'
Aydar da xuyakirin, ku pêvajoya hilbijartinê de armanca AKP'ê li bin bendê hiştina HDP'ê bû û destnîşan kir, ku bi vê armancê li hemberî HDP'ê pêleke mezin a êrîşan destpê kir.
Aydar diyar kir ku bi refleksa klasîk a dewletê re hat xwestin, Kurd li derveyî siyasetê bê hiştin û anî ziman, ku di vir de armanca AKP'ê ji nû ve bi destxistina desthilatdariyê bû.
Aydar ragihand, ku tevî hemû zext, êrîş, dizîtî û hîleyan jî HDP'ê bi rêjeya ji sedî 11'an re komeke xurt li Parlamentê ava kir û got, "Dibe ku li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê 900 hezar deng winda kiribe, lê belê li Kurdistanê weke partiya yekemîn hêza xwe parastiye. Hat dîtin, ku di nava şert û mercên zehmet de jî benda hilbijartinê ya 12'ê Îlonê danî pêşiya Kurdan, dikare were rakirin. Ev gelekî girîng bû."
'LI ROJHILATA NAVÎN WÊNEYÊ KURDISTANÊ XUYA BÛYE'
Aydar bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd, ku piştî hilbijartinê jî bi dijwarî dewam dike û ev nirxandin kir:
"AKP li Kurdistanê her roj mirovan dikuje. Ez nabêjim ku wê windahî çênebin. Lê belê li hemberî van hemû êrîşan wê parastin jî bê kirin. Niha xwe diceribînin. Di sala 2012'an de modela Srî Lankayê xistin dewrê. Gotin 'Em ê biqedînin'. Gava derb xwar, hatin ber maseyê. Ew bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nakin. Civaka Tirkiyeyê, aborî û hevsengiyên herêmê vî şerî ranakin. Kî çi dibêje bila bêje li Asya Rojava yanî li Rojhilata Navîn êdî wêneyê Kurdistanê xuya dike. Li cem Başûr, êdî li Bakur, Rojava û Rojhilat jî Kurd wê bibin xwedî statu."
'HEMÛ HÊZ LI GORÎ HEBÛNA KURDAN HESABÊN XWE DIKIN'
Der barê nêzîkatiya welatên rojavayî û hêzên herêmê li vê rewşê de, Aydar ev xal destnîşan kir: "Eger hûn hêz bin, hêzên bala xwe didin wê derê, wê hebûna we hesab bikin. Li Iraqê ji mêj ve potansiyeleke Kurd a zindî hebû. Bixwaze nexweza, yên eleqeyê nîşanî wir didan, ev realîte didîtin. Niha li wê derê rêveberiyeke federal heye. Li Rojava di destpêkê de digotin, 'Wê hebûna Kurdan hebe yan nebe? Bi vî rengî guh nedidan. Hêz û welatên rojavayî di destpêkê de têkilî bi komên mûxalîf ên ji artêşê reviyan re danîn. Kengî Kurd bûn hêzek û xwe parastin, hingî bala cîhanê çû wê derê. Yên bala xwe li Sûriyeyê ne, nema dikarin Kurdan ji nedîtî ve bên. Li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilat jî rewş bi heman rengî ye. Bi qasî ku em li qada dîplomasiyê dibînin, her kes hebûna Kurdan hesab dikin û li gorî vê yekê pozîsyona xwe diyar dikin."
'AKP WÊ POŞMAN BIBE'
Ji bo pirsa 'KCK'ê biryara bêçalakîtiyê rakin, ji niha û pê ve wê çi biqewime?' Aydar ev bersiv da:
"Tirkiyeyê ji xwe ti carî ev biryar nedît û operasyonên xwe dewam kir. Heman piştî encamên hilbijartinê, balafirên şer rabûn û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Mirovên sivîl tên qetilkirin. Êrîş di asta herî bilind de ne. Tevî vê yekê hin daxuyaniyên Erdogan û Davûtoglû hebûn. Li hemberî van hemûyan ti kes nikare bêje 'Bila dest û milê Kurdan girêdayî be'. Tevgera Azadiyê mîna mîhê serê xwe dirêjî ber kêrê nake. Tevgera me wê li dijî van êrîşan di her astê de xwe biparêze.
Ya em dikin parastina rewa ye. Ji destpêkê ve stratejiya me ev e. Em neçûne cihekî û me êrîşî kesekî din nekirine. Ew hatine ser xaka me û êrîşî me dikin. Ya em dimeşînin şerekî parastinê ye. Heta ku yên ev biryar dane poşman bibin, wê bi zimanê ew jê fêm dike, bersiv were dayîn. Ev êrîş biryareke dewletê ye. Dibêjin, 'Ez ê te biqedînim, te tine bikim'. Em ê bibînin. AKP wê ji ber vê biryara xwe poşman bibe. Tevgera me wê bersiva pêwîst qat bi qat zêdetir bide."
'DIVÊ PDK NEYÊ LÎSTIKÊN AKP'Ê
Li ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglû li Başûrê Kurdistanê û têkiliya PDK'ê bi dewleta Tirk re, Aydar ev hişyarî da:
"PDK ji Kurdan zêdetir girîngiyê dide Tirkiyeyê. Bi AKP û hikûmeta Tirk re dikeve nava têkiliyên neyînî. Em nabêjin bila bi AKP û Tirkiyeyê re têkiliyê daneyne, bazirganiyê neke, dîplomasiyê nemeşîne. Lê belê me dibêjin ku bila li ser xwîna me, li ser maf û hiqûqa me vê bazariyê neke. Em hemû gelekî baş dizanin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglû ji bo xêrê neçûye Başûrê Kurdistanê. Em dizanin ku ji bo navbera Kurdan xera bike, çûye. Girîng e Başûrê Kurdistanê û rêveberiay PDK'ê neyên van lîstikan."