Encamnameya civîna Komîteya Dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên Kurdistanî

Encamên 6. civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî, bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin.

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanê, encamên civîna xwe ya şeşemîn a li paytexta Belçîka Brukselê di 7'ê Mijdarê de lidar xist, aşkera kir.

Li gorî daxuyaniyê; di civînê de bi berfirehî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn nîqaş û guftugo hatin kirin. Hat ragihandin, ku bi taybetî rewş û encamên helbijartinên parlamentê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, kar û barên dema derbasbûyî yên komîteyê hatin nirxandin û di encamê de plansaziyek xebatê hat amadekirin.

Daxuyaniya li ser encamnameya civînê bi vî rengî ye:

"Gelê me yê Kurdistanê bi berxwedaneke mezin û  bê hempa li hember êrîşên DAIŞ'ê û dagirkerên Kurdistanê disekine û li ber xwe dide. Civîn vê berxwedana bê hempa û hemî berxwedêran silav dike.

RÊVEBERIYÊN XWESER HATIN SILAVKIRIN

Di civînê de li ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk yên li ser xelkê sivîl û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate rawestin û civîn van êrîşan bi tundî şermezar dike. Her wiha li Bakurê Kurdistanê pişgirî dide îlan û avakirinên rêveberiyên xweser ên gelê Kurdistanê.

Piştî du sal û nîvan ji destpêkirina prosesa aştî ya li Bakurê Kurdistanê, hikûmeta AKP'ê ew proses qut kir û dest bi êrîşên serbazî li ser gelê me li Bakur û Başûr kir. Di encamê de xelkê sivîl û zarokên Kurdan dike qurbanî. Gelê Kurdistanê ji bo çareserkirina doza xwe her tim bi rêya aştî û diyalogê bikar tîne û têdikoşe, niha jî aliyên Kurdistanî daxwaz dikin ku ew proseya aştî û çareseriyê di navbera Hêzên Kurdî û dewletê de bê berdewam kirin û bi awayekî serdemiyane di çarçoveya sîstem û prensîbên navneteweyî û bi beşdarî ya aliyê sêyemîn berdewam bike. Civîn tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan şermezar dike û ji bo aştî û demokrasî li Bakurê Kurdistanê misoger bibe û ji bo serketina pêvajoya çareseriyê, pêwîste birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan.

'GIRÎNG E ALIYÊN SIYASÎ YÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI RÊYA DEMOKRASÎ Û QANÛNAN KRÎZAN ÇARESER BIKIN'

Civîn, li ser rewşa Başûrê Kurdistanê rawestiya û ew destketiyên li başûr hene bilind nirxand û bang li hemû aliyên siyasî yên başûr kir ku bi pîrozî û bilindî berjewendiyên neteweyî û niştîmanî bi rêya demokrasî û serwerî ya qanûnên bingehîn krîzan çareser bikin. Civîn, wan reftarên derveyî qanûnê qebûl nake û hewla xwe ji bo çareseriyê îlan dike. Em bang li aliyên beşdar ên di Parlamenta Herêmê de dikin ku şeriyeta parlamentê nexin cihê nîqaşê. Em parlamentê wek nûneriya gel dizanin û ew der cihê afirandina çareseriyê ye. Her wiha em rêgirtina Serokê parlamentê kareke neheq û bêhuqûqî dibînin.

JI BO NASKIRINA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BANG LI CIVAKA NAVDEWLETÎ HAT KIRIN

Civînê destketiyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê bilind nirxandin û piştgîrî ya xwe ji bo xweserî ya demokrat dubare kir û hêvî dike ku serketinên leşkerî bo serketinên siyasî û diplomasî, bi yekgirtina aliyên Kurdistanî veguhêzin. Civînê bang li civaka navdewletê kir ku bi resmî îtirafê bi xweseriya Rojavayê Kurdistanê bikin û destekê bidinê. Civînê hemû şêweyên destwerdana hikumeta Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê qebûl nekir û daxwaz ji civaka navneteweyî kir, ku dij êrîşên dewleta Tirk rawestin.

Civînê piştgiriya ya xwe ji bo gelê me yê Suryanî – Asurî - Kildanî û her wiha civaka me ya Êzidî da diyarkirin. Ji bo komkirin û dekomentkirina sûc û tawanên komkujî û jenosidê ya çeteyên DAIŞ'ê, ku li hemberî gelê me pêk aniye û dane ber çavên civaka navdewletî, biryar hate dayîn komîteya civîna pêncemîn de hatî avakirin bê xurtkirin û karên plankirî bêne berdewamkirin.

POLÎTÎKAYA DARVEKIRINÊ YA REJÎMA KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Civîn, li ser rewşa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê jî giftugoyek hate kirin. Civînê siyaseta qirkirina gelê me ji alî rejîma Komara Îslamî ya Îranê û bi darvekirina kur û keçên me şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo xebat û têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanî li Rojhilatê Kurdistanê dubare kir.

Civînê piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare kir u bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene.  Ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nû ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kişand. Civînê dîsa hewl û têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên Kurd yên Êzidî rijd û dubare kir da ku berdewam bin ji bo gihandina doza wan bo nav astê navdewletî.

Komîteya diplomasî ya hevbeş biryar da ku peywendî yê li gel civaka navdewletî û hemû rêxistinên navdewletî bike, ji bo ku nameyeke taybet li  ser ev xalên li jor hatin bigehîne destê wan. Di heman demê de bang li hemu partiyên siyasî yên Kurdistanî dike ku, tevlî komîteya hevbeş bibin û bi hevre karê dîplomasiyê bikin.

PIŞTGIRÎ JI HEWLDANÊN JI BO DERXISTINA NAVÊ PKK'Ê JI LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÊ' HAT DAYÎN

Civîn her wiha hewlên însiyatîfa parlamenterên YE yên ku, dixwazin PKK ji nav lîteya terorê derxînin bi bilindî dinirxîne û bi her awayî piştgirîya wan dike.

Civînê teqez kir ku, gerek her kes rûmetê ji bîr û raya azad re bigre û her wiha bi xurtî piştgiriyê bide medya neteweyî û demokratîk.

Endamên Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî:

Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê
YNK 
PYD
GORAN
HSDK  (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
Partîya Îslamîya Kurdistan –PÎK
KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
Hizbî Şûî Kurdistan
Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
Komelî Îslamî Kurdistan
TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa) 
Federasyona Êzidîyên Kurdistan
E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa) 
Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
PJAK 
Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
Hizbî Ayindeyî Kurdistan
Nûnertiya HDP ya Ewropa
P.D.K.S (Partîya Demoqrata Kurdî Sûrîya)
P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
El Partî Demuqratî Kurd – Suri - PDK-S - El Partî
PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)
Partîya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
PYNA – Rojava (Partîya Yekîtîya Niştimanî Azad – Rojava)
T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Surîye)
Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
Dîwexanî Kurdî li Ewropa