KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê çeteyek hat kuştin
Li Şengalê, di şerê duh êvarê yê navbera hêzên YBŞ û çeteyên DAIŞ'ê de çeteyek hat kuştin. -
Heyva Sor a Kurd alîkarî gihand Şengalê
Heyva Sor a Kurd, ji bo nexweşxaneyek li Şengalê, barê TIR'ekê derman û ekîpmanên tenduristiyê şand. -
YXA kongreya xwe ya duyemîn lidar xist
YXA, kongreya xwe ya duyemîn li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî lidar xist. -
MŞD: Roj roja xîretê ye
MŞD'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hin hêzên ser bi PDK'ê yên li dijî hebûna gerîla li Şengalê diweşînin da û got, "Roj û dîrok şaşîtiyan efû nake. Şengal û her qada şer ji her kesên bi xîret re vekirî ye." -
Ciwanê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Ciwanê Kurd Ferhat Dogrû yê duh bi guleya polîsan li navçeya Amed Sûrê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Tecrîda li ser Ocalan li Freîbûrgê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke meşaleyî hat lidarxistin. -
'Dewleta Tirk dixwaze Kurdan parçe bike û berde hev'
Siyasetmedar û rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê gotin, "Pêwîste hikûmeta herêmê destekê nede dewleta Tirk, divê destekê bide PKK'ê." -
Şankan: Divê rola Yewnanîstanê ya di komployê de bê ronîkirin
Şankan da xuyakirin, ku pêwîste di dadgeha roja 9'ê Mijdarê ya li Yewnanîstanê de, mijara şêweyê girtina Ocalan bê ronîkirin. -
Heyetek ji Başûrê Kurdistanê diçe Bexda
Parlamenterê Iraqê yê PDK’ê Erafat Kerem, diyar kir ku di demeke nêz de heyeteke Başûrê Kurdistanê ya di serokatiya Neçîrvan Barzanî de wê biçe Bexda. -
Li Colemêrgê polîsan gaza îsotan avêtin malan
Polîsan li Taxa Kiran a Colemêrgê gaza îsotan avêtin mala Yilmaz. Halîme Yilmaz a bi 3 zarokên xwe di malê de kêliyên zor û zehmet jiya li hember êrîşê nerazîbûn nîşan da û got: “Vê bi zanebûn dikin.” -
Dorpêça polîsan a li Sûrê didome
Li navçeya Sûrê ya Amedê di êrîşa polîsan de ciwanê bi giranî birîndar bû rewşa wî ya xetere berdewam dike û kesên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Sûrê 2 ciwanên navê wan nehatin zanîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Li Colemêrgê kesek hat girtin
Li Colemêrgê ji du kesên bi hinceta tevlî îlana xwerêveberiyê bûne hatibûn binçavkirin Îlhan Kaynak hat girtin. -
Tîmen taybet li Farqînê malan dişewitînin
Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya kolanan didome, tîmên taybet dest bi şewitandina malan kirin. -
Demîrel: Gel diyar kir ku polîsan guleyên bi jehr bikar anîn
Demîrel, agahiyeke girîng a gel jê re ragihand parve kir. Demîrel got: "Gel dibêje ku di çekan de madeyeke jehrê heye. Pêwîst e ev rewş ji aliyê saziyên pispor û serbixwe ve bê lêkolînkirin.” -
22 kes li Wanê hatin binçavkirin
Li Wanê ji bo protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan YODER, Dev-Genç û OGD xwestin civîneke çapemeniyê li dar bixin. Polîsên destûr nedan civînê 22 kes binçav kirin. -
Li Sûrê dîmenên OHAL’ê
Navçeya Sûr a Amedê ji duh êvarî ve di bin dorpêça leşker û polîsên Tirk de ye. Tevî ku li navçeyê qedexeya kolanan nehatiye îlankirin jî, pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) lê hene. -
Bîlançoya 6 rojan a operasyona HSD’ê: 196 çete hatin kuştin
HSD’ê bîlançoya şer a 6 rojan a pêngava li başûrê Hesekê dane destpêkirin aşkera kir. Di pêngava 6 rojan a HSD’ê de herêmeke 350 kîlometre ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. -
Li Oremar, Amed û Gabarê operasyon
Li hemberî operasyona artêşa Tirk a li herêma Oremarê, çalakiyên hêzên gerîla dewam dikin. -
Nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
DBP'ê bang li gel û saziyan kir: Em îro li Balikçilarbaşi bicivin
Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya Amedê, li ser bûyerên li navçeya Sûrê diqewimin bang kir. -
HSD bi pêş ve diçin: 3 gundên din hatin rizgarkirin
Di çarçoveya pêngava paqijkirina başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêş ve diçin. Hêzên HSD'ê bi rizgarkirina 3 gundên din re xwe nêzî Heqilê Teşrîn ê petrolê kirin. -
Irmak: AKP'ê ji bo bidawîkirina bêçalakîtiyê her tişt kir
Parlamentera HDP'ê ya Colemêgê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak da xuyakirin, ku hikûmetê ji bo rewşa bêçalakîtiyê biqedîne, çi ji dest hat kiriye. -
Li Heskîfê rezaleta restorasyonê
Li Heskîfa antîk a 12 hezar salî, ku wê bi Benava Ilisû re di binê avê de bimîne, qetlîama dîrokê destpê kir. -
Komungeha "Şehîd Lorens Eswed" li Hesekê hat vekirin
Li taxa Eskerî ya Hesekê, Komungeha "Şehîd Lorens Eswed" a ji 15 komunan hat vekirin. -
Çend wêne ji gundê Dawidiyê yê ji aliyê HSD'ê ve hat azadkirin
Pêngava HSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, di roja 6. de dewam dike. Ekîba ANF'ê xwe gihand gundê Dawidiyê yê ji aliyê hêzên HSD'ê ve hatiye azadkirin.