BI DÎMEN

Heyva Sor a Kurd alîkarî gihand Şengalê

Heyva Sor a Kurd, ji bo nexweşxaneyek li Şengalê, barê TIR'ekê derman û ekîpmanên tenduristiyê şand.

Saziya Alîkariya Însanî Heyva Sor a Kurd, ji bo Şengalê derman û kelûmelên tenduristiyê ji Ewropa û welatên cîhanê berhev kir. Heyva Sor ev alîkarî ji bo nexweşxaneya nû ya li Şengalê bê vekirin, bexşand.

Di nava alîkariya hatiye berhevkirin de gelek dermanên li hemberî nexweşiyên zarokan û ekîpmanên teknîkî jî hene.

Doktora Elman Medya diyar kir ku ji bo xizmeta ji gel re ew li Şengalê ne û anî ziman ku dermanên hatine berhevkirin wê di demsala zivistanê de gelekî bi kêrî gel were.

Dr. Medya da xuyakirin ku eşyayên teknîkî jî wê di dema pêş de ji bo vekirina nexweşxaneyek li Şengalê bên bikaranîn. 

Dr. Medya ji ber alîkariya şandiye, spasiyên xwe pêşkêşî Heyva Sor a Kurd kir.