YXA kongreya xwe ya duyemîn lidar xist

YXA, kongreya xwe ya duyemîn li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî lidar xist.

Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 2. Kongerya xwe bi dirûşmeya "Em bi ruhê Apoyî têbikoş in, li civaka exlaqî û polîtîk xwedî derketin" duh pêk anî.

Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJK, HPG û YJA STAR'ê hatin daliqandin. Di kongreyê de li ser berxwedanên Cizîr, Sûr û Liceyê sînevîzyon hat nîşandan.

Kongre bi beşdariya 300 delege û bi dehan mêvanan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Axaftina vekirinê ya kongreyê, li ser navê Rêveberiya Ciwanan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Vedat Roj Welat ve hat kirin.

Di kongreyê de peyamên PYD, Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Rojava û Meclîsa Gel a Mexmûrê hatin xwendin.

RÊVEBERIYA NÛ HAT HILBIJARTIN

Li dû nirxandina xebatên 2 salan ên YXA, rêveberiya nû hat hilbijartin. Piştî ku 300 delegeyên kongreyê dengên xwe bi kar anîn, meclîsa ji 21 endaman hilbijart.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana gelê me" bi dawî bû.

...