MŞD: Roj roja xîretê ye

MŞD'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hin hêzên ser bi PDK'ê yên li dijî hebûna gerîla li Şengalê diweşînin da û got, "Roj û dîrok şaşîtiyan efû nake. Şengal û her qada şer ji her kesên bi xîret re vekirî ye."

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) li ser daxuyaniyên hin hêzên ser bi PDK'ê yên li dijî hebûna gerîla li Şengalê daxuyaniyek da.

MŞD'ê diyar kir ku PKK û PYD, ne ji bo berjewendiyên partiyê, ji ber erka welatparêziyê xwîna xwe di ber xaka Şengalê de dirijînin û got, "Îro ne dema ku mirov bêje PKK, PYD bila ji Şengalê derkeve. Ji ber ku Şengal ji Êzidiyan vala bûye, Şengal rizgar nebûye. DAIŞ hînê li Şengalê ye. Di rewşeke bi vî rengî de gelo dibe ku PKK, PYD xwişk û birayên xwe di vê roja xetere de di destê dijmin de bihêle?"

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bang li PDK'ê dikin ku nebe sedem ku Êzidî berê çeka xwe bidin hev û bang li Êzidiyan jî hat kirin ku nebin qurbanê siyaseta şaş û ji bo rizgariya Şengalê bi hev re bimeşin.

MŞD'ê da zanîn ku Şengal parçeyekî Kurdistanê ye, lê xweserî mafekî wê yê rewa ye û destnîşan kir ku dema Şengal rizgar bû, wê Êzidî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.

MŞD'ê bal kişand ser hin kesên bi navê Mîr û Şêxên Êzidiyan li ser navê PDK'ê daxuyaniyên dijberiya PKK'ê didin û ev xal destnîşan kir: "Em dibêjin; nebin nankor û bê wijdan. PKK li rûmeta xwe xwedî derket. Keç, xort, kal û pîrên me ji tofana DAIŞ'ê rizgar kir. Bi sedan keç û xortên ciwan feda kir. Gelo we ji bo Êzidiyan çi kir? Bi qasî ku hûn şerê PKK û YPG'ê dikin, rabin şerê DAIŞ'ê bikin."

MŞD'ê destnîşan kir ku roj û dîrok şaşiyan efû nake û got, "Ev şaşî bila dubare nebin. Şengal û her qada şer ji her kesên bi xîret re vekirî ye. Werin em tev li xîreta xwe xwedî derkevin."