Li Colemêrgê polîsan gaza îsotan avêtin malan
Polîsan li Taxa Kiran a Colemêrgê gaza îsotan avêtin mala Yilmaz. Halîme Yilmaz a bi 3 zarokên xwe di malê de kêliyên zor û zehmet jiya li hember êrîşê nerazîbûn nîşan da û got: “Vê bi zanebûn dikin.”

Li Taxa Kiran a Colemêrgê ku terora hêzên dewletê didome, polîsan rasterast gaza îsotan avêtin malekê. Li taxa ku ti bûyer lê nînin, polîsan gaza îsotan avêt mala Refîk Yilmaz û Halîme Yilmaz. Xaliya hundirê malê ku ji ber gazê şewitî, mal di nav dûmanê de ma. Kesên di malê de ku kêliyên zor û zehmet jiyan, zarokên xwe derxistin derve. Ferdên malbatê nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan dan, hatin ber Walîtiya Colemêrgê û bertek nîşanî rewşê dan.
Halîme Yilmaz diyar kir ku dema li şaneşînê satalayta xwe eyar dikir, polîsan bi gaza îsotan êrîş biriye ser wan û wiha berdewam kir: “Televîzyona me xera bibû. Dema min li şaneşînê satalayt eyar dikir, di carekê de li ser min gaza îsotan bariya. Gazeke îsotan cam şkand û ket hundir. Min hewl da ku ez bigihênim zarokên xwe, wan jî bênavber gaza îsotan diavêtin. Em li malê di rewşek pir ne baş de man.” Yilmaz destnîşan kir ku piştî zarokên xwe ji malê derxistiye, berê xwe daye Walîtiya Colemêrgê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê zilmê, ez çûm walîtiyê. Lê walî em guhdar nekir. Me bang li çapemeniyê kir. Ji ber gaza îsotan em nikaribûn bikevin mala xwe, çapemenî hat û ketin mala me. Cam û deriyên me vekirin, hiştin hinekî mal hewayê bistîne. Mala me di bin dûmanê de mabû. Ev bi zanebûn zarokên me jehrî dikin û malên me dişewitînin.”
Yilmaz li hember xemsariya rayedaran bertekên xwe nîşan da û ragihand ku wê gilî bike.