Li navçeya Sûrê ya Amedê di êrîşa polîsan de ciwanê bi giranî birîndar bû rewşa wî ya xetere berdewam dike û kesên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Sûrê 2 ciwanên navê wan nehatin zanîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan piştî navçe dorpêç kir dest bi êrîşan kir û di encama êrîşan de ciwanek bi giranî birîndar bû û ji aliyê welatiyan ve bi derfetên xwe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û piştî mudaxeleya yekemîn sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Hate ragihandin ku ciwan hilgirtin emeliyatê û talûkeya wî ya jiyanê hê didome.
Welatiyên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Sûrê hatin Balikçilarbaşi 2 ciwanên navên wan nehatin zanîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.