Çend wêne ji gundê Dawidiyê yê ji aliyê HSD'ê ve hat azadkirin
Pêngava HSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, di roja 6. de dewam dike. Ekîba ANF'ê xwe gihand gundê Dawidiyê yê ji aliyê hêzên HSD'ê ve hatiye azadkirin.
ANF
HESEKÊ
în, 6 sermawezê 2015, 07:15
Pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, ku di 31'ê Cotmehê de hat destpêkirin di roja 6. de dewam dike. Ekîba ANF'ê xwe gihand gundê Dawidiyê yê ji aliyê hêzên HSD'ê ve hatiye azadkirin û çend wêneyên gund kişand.
Di pêngava li eniyên Til Hemîs, Til Berak û Hesekê de hêzên HSD'ê derbên giran li çeteyan dixin.
Piştî ku gundê Dawidiyê yê li başûrê Hesekê û li qiraxa Çemê Xabûrê ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, kêm maye ku hêzên HSD'ê derbasî rojhilatê Çemê Xabûrê bibin.
Vaye çend wêne ji gundê Dawidiyê yê ji aliyê hêzên HSD'ê ve hatiye azadkirin.