Ciwanê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Ciwanê Kurd Ferhat Dogrû yê duh bi guleya polîsan li navçeya Amed Sûrê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê Kurd Ferhat Dogrû yê duh bi guleya polîsan li navçeya Amed Sûrê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Ferhat Dogrû (18) yê ku duh li Taxa Hasirli ya navçeya Amed Sûrê, di êrîşa polîsên tîmên taybet de hedef hatibû girtin û birîndar ketibû jiyana xwe ji dest da.
Dogrû, piştî ku birîndar bû, ji ber gulebaran polîsan bi zorê ji taxê hatibû derxistin û ew biribûn nexweşxaneyê. Dogrû ku ji duh ve dihat tedawîkirin, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.
Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê di encama êrîşên polîsan de hejmara kesên sivîl ku li Sêrt, Colemêrg û Amedê jiyana xwe ji dest dan bi Dogrû re gihîşt 9 kesan.