Li Oremar, Amed û Gabarê operasyon

Li hemberî operasyona artêşa Tirk a li herêma Oremarê, çalakiyên hêzên gerîla dewam dikin.

Li hemberî operasyona artêşa Tirk a li herêma Oremarê, çalakiyên hêzên gerîla dewam dikin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk li bejahiya Amed û herêma Gabarê dest bi operasyonê kir. Êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên hêzên gerîla daxuyaniyek da çapemeniyê.

LI DIJÎ OPERASYONA LI OREMARÊ ÇALAKIYÊN BI BANDOR

Li gorî daxuyaniyê, operasyona artêşa Tirk a di 4'ê Cotmehê de li herêma Oremar a Geverê hat destpêkirin dewam dike. Hêzên gerîla jî bi çalakiyên bi bandor bersivê didin operasyonê.

Di daxuyaniyê de, li ser çalakiyên gerîla ev agahî hatin dayîn:

"Roja 5'ê Mijdarê saet di navbera 13:00-14:00 de li hemberî girê Şehîd Bager ê ser bi Oremarê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

4'ê Mijdarê saet di 16:00 de, gava 3 wesayîtên zirxî ber bi qereqola Oremarê ve diçûn, hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li wan dan. Di vê çalakiya hêzên me yên gerîla de derbên bi bandor li 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û Kobra hatin xistin; hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin."

LI GABARÊ OPERASYON

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê her wiha li ser operasyona artêşa Tirk a li herêma Gabarê jî ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Êvara 5'ê Mijdarê, artêşa T.C bi desteka pêgerên hewayî yên bêmirov re li hemberî Şehîdgehên Şehîd Adil û Şehîd Gulbihar ên li herêma Gabarê dest bi operasyonê kir. Leşkerên beşdarî operasyonê bûn, ji Girê Girnê berê xwe dan herêmên Kela Derwêş, Girê bazî û Çelê Sor. Agahiyên li ser operasyona didome bê bidestxistin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

5'ê Mijdarê saet di 15:00 de li hemberî girê ser bi tabûra Zivingê ya li Gabarê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin."

LI NAVÇEYA AMED PÎRANÊ OPERASYON

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk di êvara 4'ê Mijdarê de li bejahiya navçeya Amed Pîranê dest bi operasyonê kiriye û da zanîn ku bi wergirtina agahiyên ji vê herêmê re, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

BOMBERDÛMAN Û ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DIDOMIN

Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de ev agahî hatin dayîn:

"5'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-17:00 de, qereqolên Tepê Yekmal û Tepê Sînek ên li ser sînorê Heftanînê ne, obus û hawan avêtin qada Bektorya.

5'ê Mijdarê saet di navbera 14:30-15:30 de qereqola Tepê Sor a ser bi tûgaya Çelê ya li Colemêrgê, girên Şehîd Şoreş, Şehîd Mazlûm ên li herêma Metîna û girên Colemêrgê, saet di navbera 14:00-14:40 de qereqolên Arûş û Serbesta jî qada Şehîd Dilber bi obus, hawan û tankan bombe kirin.

5'ê Mijdarê saet di navbera 07:30-08:00 de qereqola Bİlican a li ser sînorê herêma Zapê ye, bi obus, hawan û tankan girê Şehîd Colemêrg bombe kirin.

5'ê Mijdarê saet di navbera 18:30-23:00 û 6'ê Mijdarê saet di navbera 00:00-05:00 de li ser herêma Garê, 5'ê Mijdarê saet di navbera 08:00-11:30 û 6'ê Mijdarê saet di navbera 00:00-03:00 de li herêma Zapê, 5'ê Mijdarê saet di navbera 22:00-00:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 19:00-00:00 de li herêma Heftanînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin.

5'ê Mijdarê saet di navbera 18:00-20:00 de li herêmên Zap û Avaşînê, saet di navbera 22:00-00:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 19:00-00:00 de li herêma Heftanînê, balafirên şer geriyan."