Heyetek ji Başûrê Kurdistanê diçe Bexda

Parlamenterê Iraqê yê PDK’ê Erafat Kerem, diyar kir ku di demeke nêz de heyeteke Başûrê Kurdistanê ya di serokatiya Neçîrvan Barzanî de wê biçe Bexda.

Parlamenterê Iraqê yê PDK’ê Erafat Kerem, diyar kir ku di demeke nêz de heyeteke Başûrê Kurdistanê ya di serokatiya Neçîrvan Barzanî de wê biçe Bexda.

Kerem anî ziman ku wê heyet ji bo sersaxiya wefata Damezrînerê Partiya Kongreya Neteweyî ya Iraqê û Serokê Komîsyona Maliyeyê ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Çelebî û ji bo krîzên ji ber mijarên petrol û îdarî di navbera Hewlêr û Iraqê de bigirin dest wê Bexda ziyaret bike.

Erafat Kerem di daxuyaniya xwe de got ku di heyeta Başûrê Kurdistanê ya wê biçe Iraqê de Serokwezîr Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qûbat Talabanî, Serokê Dîwana Hikûmetê Armanc Rehîm, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizayî, endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê Fazil Mîranî û Roj Nurî Şaweys û Waliyê Duhokê Ferhat Ertuşî wê cih bigirin.

Kerem ê têkildarî mijarê agahî dan der barê wê heyet kengî biçe Bexda de aşkera nekir, diyar kir ku wê heyet bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, gelek rayedar û siyasetmedaran re hevdîtinê pêk bîne.