Li Heskîfê rezaleta restorasyonê

Li Heskîfa antîk a 12 hezar salî, ku wê bi Benava Ilisû re di binê avê de bimîne, qetlîama dîrokê destpê kir.

Li Heskîfa antîk a 12 hezar salî, ku wê bi Benava Ilisû re di binê avê de bimîne, qetlîama dîrokê destpê kir. Biryar aht dayîn ku bi qasî 50 berhemên dîrokî yên di binê avê de bimînin ji cihê xwe bên veguhastin. Pira bi du qatan a temenê xwe hezaran salî ye, bi restorasyonê re xeml û rewşa wê hat guhertin. Hawirdorparêzan nerazîbûn nîşanî rewşê dan û gotin, "Li pêş çavan, dîrok tê qetilkirin."

Bendavên Ewlekariyê, ku li Bakurê Kurdistanê bûne parçeryek ji rewşa şer û veguherîne 'polîtîkaya dewletê', mîrateyên dîrokî her tine dikin. Xebatên avakirina Bendava Ilisû, wê bi bajarê antîk Heskîf ê 12 hezar salî, bi sedan girik û wargehan di nava avê de bihêle, dewam dikin. Li Heskîfa ku bala raya giştî ya cîhanê jî kişand ser xwe û mîrateya hevpar a mirovahiyê ye, ji bo berhemên dîrokî di nava avê de neyên hiştin, bi armanca veguhastina van berheman, 50 berhem pêşkêşî îhaleyê hatin kirin. Nîqaş tên kirin ku ev berhem di nava 400 rojan de ji bo Heskîfa nû ya li aliyê din ê çem, bên veguhastin. Li aliyê din biryar hatibû dayîn ku pira ji kevir a bi du qatan ku temenê xwe hezaran salî ye, bê restorekirin û parastin. Pira du qatî ku mezintirîn pira ji kevir a cîhanê ye, tê gotin ku piştî restorasyonê wê deriyê derbasbûna karwan a pirê bê girtin. Ev restorasyona ku ti eleqeya xwe bi xeml û rewşa pirê re nîne, rastî nerazîbûnan tên. Hawirdorparêzan hişyarî dan ku eger li lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO neyê bicihkirin wê Heskîf tine bibe.

Hawirdorparêz Erkan Tapan da xuyakirin ku li Heskîfê pêwîstî bi xebateke arkeolojîk a ji 50 salan heye, lê belê tevî vê pêwîstiyê jî manîdar e ku hewl tê dayîn di binê avê de were hiştin.

Tapan restorasyona pira ji kevir weke 'rezaletê' bi nav kir û got, "Ez di wê baweriyê de me, ku di encama xebateke ji rêzê de dîroka 12 hezar salan a li Heskîfê derketiye holê. Eger xebateke berfirehtir a arkeolojîk li Heskîfê were meşandin, wê şopên şaristaniyên din jî bên dîtin. Jİ ber vê yekê Wezareta Çandê ji bo Heskîf di nava UNESCO de cih negire, serlêdanê nake. Eger Heskîf li lîsteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO neyê bicihkirin, wê li pêş çavan, tine bibe. Qaşo niha hewl tê dayîn pira ji kevir a dîrokî bê restorekirin. Li vê pira du qatî, li qatê jêr karwan, li yê jor jî mirov bi peyatî derbas dibûn û ev pir heta sedsala dawî jî dihat bikaranîn. Pira ji du qatan bi kevirê spî hatiye restorekirin, ji cewhera xwe hatiye dûrxistin û bûye yek qatî. Pira ku di hemû pirtûkên dîrokî de du qatî ye, mixabin niha bûye yek qatî û xwedî xeml û rewşeke gelekî cudatir e. Ev pir mezintirîn pira ji kevir a cîhanê ye. Ji xwe em dibînin êdî pir dixwaze bê tinekirin. Ji ber ku kevirên pê restore dikin jî ji Kirşehîrê anîne."

Tapan bal kişand ser israra hikûmeta AKP'ê ya di çêkirina bendavên li Kurdistanê de û diyar kir ku di bin navê 'pêşvebirinê' de mîrateya mirovahiyê tê tinekirin. Tapan destnîşan kir ku raya giştî dizane ku binavkirina Heskîfê biryareke polîtîk e.

...