'Dewleta Tirk dixwaze Kurdan parçe bike û berde hev'
Siyasetmedar û rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê gotin, "Pêwîste hikûmeta herêmê destekê nede dewleta Tirk, divê destekê bide PKK'ê."
Siyasetmedar û rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê gotin, "Pêwîste hikûmeta herêmê destekê nede dewleta Tirk, divê destekê bide PKK'ê."
Siyasetmedar û rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê gotin, "Pêwîste hikûmeta herêmê destekê nede dewleta Tirk, divê destekê bide PKK'ê."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglû, di serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de ji hikûmeta federal xwest, ku di têkoşîna li hemberî PKK'ê de destekê bidin wan. Rewşenbîr û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî vê daxwazê dan û gotin, "Dewleta Tirk dixwaze Kurdan parçe bike û berde hev."
Rewşenbîr û siyasetmedaran dan xuyakirin, ku divê dewleta Tirk pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike û gotin, "Pêwîste dewleta Tirk êdî tevlî karên navxweyî yên Kurdan nebe."
YA HATIYE KIRIN HEVDÎTINA AKP-PDK'Ê YE, FERMÎ NÎNE
Rewşenbîr-nivîskar Azîz Raûf danûstandinên Sînîrlîoglû yên li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Dewleta Tirk, ji bo berjewendiyên xwe dixwaze di nava Kurdan de şerekî navxweyî derxîne." Raûf da xuyakirin ku hevdîtinên li Hewlêrê hatin kirin, bi ti awayî fermî nînin û destnîşan kir ku hevdîtin di navbera du partiyan de, di navbera AKP'ê û malbatekê de hatiye kirin.
Raûf da zanîn ku ew hevdîtinên navbera Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê û rayedarên PDK'ê weke hevdîtinên asayî nabîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Beriya her tiştî, hevdîtinên hatine kirin di navbera hikûmetan de nîne. Hevdîtina bi partiyekê re hatiye kirin e û ji aliyê fermiyetê ve pêwendiya xwe bi hikûmetê re nîne. Lewma, ya rast ew e ku mirov ji van hevdîtinan re bêjin hevdîtinên AKP-PDK'ê. Rasttir e ku mirov bêjin hevdîtinên di navbera AKP û malbata Barzanî."
Raûf diyar kir ku di rewşa heyî de nepêkane ku mirov qala hebûna hikûmeteke herêma Kurdistanê bike û got, "Parlamentek ku kar dike nîne. Lewma hikûmetek û parlamentek li ser navê herêmê peymanan mor bike nîne. Li şûna wê krîzeke siyasî, rewşeke siyasî ya xitimî ku li benda çareseriyê ye, heye. Hevdîtin ji aliyê partiyekê ve tê kirin û ev partî jî bi şêweyeke li dijî berjewendiyê tevahiya Kurdan têkiliyên datîne, zerarê dide berjewendiyên Kurdan. Yên ku niha hikûmet desteser kirine, bi awayekî vekirî dijberiya PKK'ê dijminatiya PKK'ê dikin. Lewma hêzeke navxweyî heye ku li dijî destketiyên Kurdan ên li Rojava bi kîn û dijminatiyê ye."
DEWLETA TIRK DIXWAZE KURDAN BERDE HEV
Hîwa Seyît Selîm jî got, "Dewleta Tirk, mîna duh îro jî dixwaze di navbera Kurdan de şer derxîne."
Selîm da xuyakirin, ku di pirsgirêkên navbera herêma federal û hemû Kurdan de, bandora neyînî ya dewleta Tirk gelekî mezin e û da zanîn, ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan ji gelek hesaban pêk tên.
Selîm bibîr xist ku rojek beriya serdana Sînîrlîoglû ya herêmê, li hemberî Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî yên gelekî berfireh hatin kirin û diyar kir ku piştî van êrîşan Sînîrlîgolû hatiye Başûrê Kurdistanê.
Selîm ragihand ku tevî van hemû êrîşan jî tinebûna nerazîbûna siyaseteke herêma Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk, cihê şermezariyê ye û ev nirxandin kir: "Yekî jê ranebû polîtîka û êrîşên dewleta Tirk şermezar jî nekir. Ev rewşeke gelekî xerab e. Dewleta Tirk ji destpêkê ve hewl dide tevlî karên naxweyî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û çarenûsa wan bibe. Hewl dide pêşî li destketiyan bigire. Xwe mîna xwediyê hemû parçeyên Kurdistanê dibîne. Girîng e ku li dijî vê siyaseta dewleta Tirk bisekinin. Divê Tirkiye bala xwe bide pirsgirêkên xwe.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber ku hesabê berjewendiyên aborî yên bi dewleta Tirk re dike, li dijî vê siyasetê dernakeve. Lewma di destwerdana li Kurdistanê de roleke neyînî dilîze. Hemû partiyên siyasî, hikûmet nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk nadin. Ev rewşeke neyînî ye. Bi vî rengî dewleta Tirk dixwaze parçe bike û li gorî xwe birêve bibe."
TÊKILIYA BI CÎRANAN RE DIVÊ LI SER DIJMINATIYA LI HEMBERÎ PKK'Ê NEYÊ DANÎN
Endamê Meclîsa Partiyê ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Cemal Huseyîn jî nerazîbûn nîşanî hevdîtinan da û got, "Em qebûl nakin ku dewleta Tirk tevlî karên navxweyî yên parçeyekî Kurdistanê bibe."
Huseyîn da xuyakirin ku divê Kurd pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin û ew heta dawiyê destekê didin rêxistin û partiyên Kurd ên xizmetê ji yekîtiya berjewendiyên neteweyî re dikin. Huseyîn got, "PKK jî bi stratejî û bernameya xwe re bi temamî berjewendiyên neteweyî yên Kurd diparêze. Lewma em heta dawiyê destekê didin van polîtîkayan."
Huseyîn diyar kir ku rewşeke asayî ye ku hikûmeta herêmê bi hemû welatên cîran, bi taybetî bi dewleta Tirk re jî li ser bingeha berjewendiyên hevpar û cîrantiya xwezayî têkiliyan deyne û got, "Lê belê eger ev têkilî û hevdîtin li ser bingeha dijminatiya li hemberî PKK'ê werin kirin, em vê qebûl nakin. Ji ber ku ev têkilî wê ji bo xêrê nebin.
Girîng e hikûmeta herêmê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê rolê bilîze. Divê xizmetê ji dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan re neke. Pêwîste li cem pêşeroja azad û demokratîk a Kurdan cih bigire. Ji ber ku ew alîkariya dide, ne tenê zerarê dide partiyekê, zerarê dide pêşeroja azad a tevahiya gelê Kuerd. Ji ber vê yekê serdan û daxwazên Sînîrlîoglû ne ji bo xêra berjewendiyên Kurdan e. Dixwaze Kurdan parçe bike û di navbera wan de dijminatiyê derxîne. Pêwîste Kurd bi ti awayî nekeve nava vê xefikê."
TÊKOŞÎNA LEŞKERÎ Û SIYASETÎ MAFÊ PKK'Ê YE
Nûnerê Partiya Komunîst ê Silêmaniyeyê Osman Zîndanî jî destnîşan kir, ku di têkoşîna li dijî PKK'ê de divê Başûrê Kurdistanê bi ti awayî li cem dewleta Tirk cih negire.
Zîndanî ragihand ku gelê Başûrê Kurdistanê jî wê tiştekî bi vî rengî bi ti awayî qebûl neke û ev nirxandin kir: "Ji ber ku PKK rêxistineke Kurd a şoreşger û siyasî ye. Ji bo azadiya Kurdan têdikoş e. Têkoşîna siyasî û leşkerî mafê wê yê herî xwezayî ye. Li gorî me, divê bi ti awayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê di şerê dewleta Tirk ê li dijî PKK'ê de destekê nede dewleta Tirk. Ya ku divê were kirin ew e; divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê destekê bide PKK'ê. Ji bo dewleta Tirk pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û siyasî çareser bike, divê zextê bike. Ji xwe di nava şert û mercên herî antî demokratîk ê hilbijartinan de Kurdan nîşan dan ku ew alîgirê çareseriya demokratîk siyasî ne. Girîng e hikûmeta herêmê jî bi heman rengî destekê bide vê daxwazê."