Demîrel: Gel diyar kir ku polîsan guleyên bi jehr bikar anîn

Demîrel, agahiyeke girîng a gel jê re ragihand parve kir. Demîrel got: "Gel dibêje ku di çekan de madeyeke jehrê heye. Pêwîst e ev rewş ji aliyê saziyên pispor û serbixwe ve bê lêkolînkirin.”

Parlamentera HDP’ê Demîrel a li Farqîna di din dorpêçê de ye, agahiyeke girîng a gel jê re ragihand parve kir. Demîrel got:  "Gel dibêje ku di çekan de madeyeke jehrê heye. Pêwîst e ev rewş ji aliyê saziyên pispor û serbixwe ve bê lêkolînkirin.”

Li navçeya Farqîn a Amedê rewşa awarte ya di bin navê “qedexeya derketina kolanan” de pêk tê di roja 4. de ye. Hêzên taybet ên girêdayî Qesrê di nav 3 rojên destpêkê de 4 mirov qetil kirin.

Parlamentera Amedê Çaglar Demîrel a ev 2 roj in li navçeyê ye êrîşên bû şahidê wan vegot.

'BI TANKAN TOPAN DIAVÊJIN'

Demîrel diyar kir ku ev 4 roj in bi tankan taxên Tekelî, Mescît û Konak tên topbarankirin û got: “Ji derveyî êrîşên li hember her sê taxan, Farqîn bi temamî hatiye dorpêçkirin. Li tevayî navçeyê wesayîtên zirxî digerin.”

Demîrel bal kişand ku li navçeyê elektrîk, av, telefon û înternet hatiye qutkirin û wiha dewam kir: "Tiştên li pişt qedexeya derketina kolanan a bi îdîaya ewlehiya can û mal nîşan dide ku di rastiyê de niha can û malên gel di bin tehdîdan de ye. Her kesê serê xwe ji mala xwe derdixe hedef tê girtin, wan dikin hedef.”

'REWŞ JI BERÊ XETERTIR E'

Demîrel diyar kir ku ji ber avêtina topan gelek mal xera bûne û wiha axivî: “Tenê ne birîndar û nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan. Nexweşên diyalîzê hene, divê biçin nexweşxaneyê. Ji ber ev 4 roj in nikarin ji malên xwe derkevin, nikarin biçin nexweşxaneyan. Îro apekî pîr xwe gîhand me, got, ‘Ez li nexweşxaneyê me, ji ber qedexeya kolanan ez derneketim. Niha ez di rewşek nebaş de me.’

Ev cara 6’emîn e qedexeya kolanan pêk tînin. Vê carê ji yên din xerabtir e. Vê carê dewletê şîdeta xwe hê zêdetir kiriye. Tevahî malan dikin hedef. Li Farqînê ewlehiya canê ti kesî tineye. Farqîn di bin xeteriya hilweşandin û tehdîdê de ye.”

'DIVÊ EV AGAHÎ BÊ LÊKOLÎNKIRIN'

Demîrel agahiyeke girîng a gel jê re ragihand parve kir. Demîrel got: “Gel der barê çekên tên bikaranîn de agahiyên girîng û lêkolînkirina wan pêwîst e radigihînin. Mînak duh jinek 5 zarokên wê hene anîn nexweşxaneyê. Tiştekî diavêjin mala wê, piştî diavêjinê diteqe. Parçe li gelek cihên bedena wê dikevin. Gel radigihîne ku di çekên tên bikaranîn de madeyeke jehrê heye. Dibêjin ku 4 kesên jiyana xwe ji dest dane, gule li lingên wan, milên wan, ango li cihê xeteriya mirinê tê de tineye dikevin, lê tevî vê jî jiyana xwe ji dest didin. Behsa windakirina xwîna zêde jî dikin. Pêwîst e ev ji aliyê saziyên pispor û serbixwe ve bê lêkolînkirin. Duh li Cadeya Diyarbakir a qedexeya kolanan lê tinebû jî guleyek li malekê dikeve. Polîs tavilê malê dorpêç dikin û her kesî ji malê derdixin. Nahêlin kes bikeve malê, tevahî parçeyên çekê kom dikin. Ango delîlan ji holê radikin. Di vê rewşê de, axaftinên gel piştrast dibin, guman çêdibin. Lê pêwîst e ev bi lêkolînê bigihêjin rastiyê.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel dorpêça DAIŞ’ê ya Kobanê bi bîr xist û got: “Li Kobanê jî mirov ji bo xwe biparêzin karibûn derkevin kolanan. Lê li Farqînê kes nikare derkeve kolanan, her kes dibe hedef.”