Şankan: Divê rola Yewnanîstanê ya di komployê de bê ronîkirin
Şankan da xuyakirin, ku pêwîste di dadgeha roja 9'ê Mijdarê ya li Yewnanîstanê de, mijara şêweyê girtina Ocalan bê ronîkirin.
Şankan da xuyakirin, ku pêwîste di dadgeha roja 9'ê Mijdarê ya li Yewnanîstanê de, mijara şêweyê girtina Ocalan bê ronîkirin.
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan, li ser doza Abdullah Ocalan a 9'ê Mijdarê ya li Atînayê de axivî û diyar kir ku divê di dadgeha roja 9'ê Mijdarê ya li Yewnanîstanê de, mijara şêweyê girtina Ocalan bê ronîkirin.
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan da xuyakirin ku operasyona destpêkê ya destwerdana DYA li Rojhilata Navîn, li dijî tevgera azadiyê bi alîkariya ji bo dewlet Tirk pêk hatiye. Şankan ragihand, ku dema ji vê alîkariyê ti encam bi dest neket, li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo hatiye kirin.
Şankan bibîr xist, ku di demên cuda de li hemberî Ocalan hewldanên sûîqestê hatine kirin û got, "Armanca van êrîşan tinekirina Rêberê me bû. Dema ev bi ser nexistin, bi komploya navneteweyî re radestî Tirkiyeyê kirin."
Şankan rola Yewnanîstanê ya di komploya navneteweyî de nirxand û destnîşan kir, ku Yewnanîstanê li hemberî hiqûqa xwe û peymana mafên mirovan, sûc kiriye. Şankan da zanîn, ku ji bo Yewnanîstan karibe xwe paqij bike, doza ku wê di 9'ê Mijdarê de girîng e û pêwîste di vê dozê de hemû bêhiqûqî werin ronîkirin.
RÊXISTINÊN ÎSTÎXBARATÊ BI HEV RE TEVGERIYAN
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan da xuyakirin ku di komploya 9'ê Cotmehê de DYA, Îngilîstan, MOSSAD û Yewnanîstanê yekser cih girtine û got, "Bi taybetî Kalenderîdîs ê ku ji nava dewleta Yewnanîstanê di nava komployê de cih girt, hem berpirsyarê payebilind ê rêxistina îstîxbaratê ya Yewnan e, hem jî kesekî di nava NATO'yê de cih digire ye. Dostaniya Kurd, bi taybetî jî taybetmendiya Rêbertiyê ya ku girîngiyê dide dostaniyê bi kar anî û cihê xwe di nava komployê de girt. Li Yewnanîstanê, di dîlgirtina Rêbertî de yekser cih girtiye, bi taybetî di derketina ji Şamê de pêvajoya girtinê xistiye meriyetê."
GIRTIN HIQÛQÎ NÎNE
Şankan bibîr xist ku bi awayekî fermî Ocalan ji bo Yewnanîstanê hatiye vexwendin, lê dûre daxwaza wî ya penaberiyê hatiye redkirin û wiha dewam kir: "Bi taybetî ji bo derxistina ji Yewnanîstanê serî li pêkanînên neqanûnî daye. Rêbertî li Yewnanîstanê daxwaza penaberiyê kiriye. Li ser vê daxwazê, agahiyên şaş ji Rêbertî re dane. Jê re gotine ku penaberiya wî ya siyasî hatiye qebûlkirin. Lê li aliyê din xwestine Rêbertî di heman rojê de ji Yewnanîstanê derxînin û bişînin welatekî din. Ev yek nîşan dide ku Yewnanîstanê ji zûdeyî cihê xwe di nava komployê de girtiye. Piştre garantî ji Rêbertî re hatiye dayîn, ku di bin ewlekariya dewleta Yewnan de wê ji welatê Başûrê Afrîkayê re bê şandin. Rêbertî şandine Kenyayê, li wir radestî Kenyayiyan hatiye kirin, li Konsolosxaneya Yewnanîstanê ya li Kenyayê Rêbertî bi zorê hatiye derxistin û ji aliyê tîmeke DYA, ya rast tîmeke di bin kontrola NATO de hatiye girtin û radestî dewleta Tirk hatiye kirin. Girtina Rêbertî li vê derê ne girtineke hiqûqî ye. Radestkirina ji Tirkan re, bi rêyên li dijî qanûnan pêk hatiye. Ji aliyê Yewnanîstanê ve berpirsyariya xwe mezin e.
ARMANCA YEWNANÎSTANÊ YA DI KOMPLOYÊ DE ÇI BÛ?
Rêbertî bi vê lîstiyê hesiya ye. Pêşî li şerê Kurd-Tirk ê bi sed salî bimeşe girtiye. Û hewl daye pêvajoyê bikişîne ser zemîna siyasî. Yewnanîstan li gorî berjewendiyên xwe yên dewletê, di şexê Rêberê Gelê Kurd de, di tesfiyekirina têkoşîna gelekî û azadiYê de, rol lîstiye. Girîng e di vê dozê de li armanc û berjewendiyên Yewnanîstanê yên di komployê de were lêpirsîn. Rêberê me li ser vexwendina wekîlê partiya li desthilatdariyê hatiye Yewnanîstanê. Lê belê Yewnanîstanê Rêbertî radestî hêzên NATO'yê kiriye û rê li ber esareta wî vekiriye, hêviyên azadiyê yên gelekî mezlûm esîr girtiye. Yê ku li vir dîl hatiye girtin, ne tenê şexseke. Ji ber vê yekê divê Yewnanîstan lêborînê ji gelê Kurd bixwaze."
Şankan anî ziman ku hiqûqa Ewropa pê pesnê xwe dide, bi çûyîna Ocalan ber bi Ewropayê ve rûyê xwe yê rast nîşan daye û got, "Mirov dikarin bêjin ku hiqûqa Ewropayê ji kûrahiyê ve hejiya ye. Çima? Ji ber ku di bin bandora erka siyasî de maye û li gorî berjewendiyên siyasî biryar stendiye. Ya yekemîn; di darizandina li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de hin daxwaz û îtirazên Rêbertî hebûn, lê nehatin qebûlkirin. Destnîşan kiriye ku darizandina li Tirkiyeyê hiqûqeke demokratîk nîne. Tevî ku ragihandiye ku dadgerên di darizandina li Tirkiyeyê de cih girtine dadgerên leşkerî ne û hatiye xwestin ku darizandin ji nû ve bê kirin, DMME ev qebûl kiriye, lê pêkneaniye. Biryar daye ku dadgeh bêalî ye û rêya ji nû ve darizandinê girtiye. Ev yek ji bilî biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye. Ev yek jî nîşan dide ku hiqûqa Ewropayê di bin bandora siyaseta navneteweyî de biryaran werdigire. Ya duyemîn; kî dibe bila bibe, çawa dibe bila bibe, nuqteyeke ku divê li ser rapor bê amadekirin, şêweyê girtinê ye. Şêweyê girtina Rêbertî bi awayekî fermî di raporan de cih negirtiye. Ji ber ku bi rêyên li dijî qanûnan hatiye girtin."
DIVÊ KOMPLO BÊ ZELALKIRIN
Şankan da zanîn ku divê bi dadgeha 9'ê Mijdarê re ev xal bên ronîkirin û diyar kir ku divê bersiv ji 'Ocalan di nava kîjan şert û mercan de ji aliyê kê û çawa ve hatiye girtin, bi çi rengî anîne Tirkiyeyê' were dayîn.
Şankan got, "Dema Rêbertî xwe gihand Yewnanîstanê diviyabû hin formalîteyên hiqûqî bihatina kirin, lê nehatin kirin. Eger sînor hatibe binpêkirin diviyabû bihata girtin. Der heqê wî de diviyabû lêpirsîn bihata destpêkirin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bêyî ku ev werin kirin, yekser hewl hat dayîn bê dersînorkirin. Rêbertî daxwaza penaberiyê kir. Daxwaza penaberiyê di peymana mafên mirovan de heye. Em dibînin ku dergûşa demokrasiyê Yewnanîstan daxwaza penaberiya siyasî ya Rêbertî red kiriye. Ev yek jî rewşek li dijî peymana mafên mirovan e û sûc e. Di vir de zerarên ku dostaniya du gelan, dostaniya gelên Yewnanîstan û Kurd bibîne, hene.
GIRÎNG E LÊBORÎN BÊ XWESTIN
Alexîs Tpsîras û partiya Syrîza yên îro li ser desthilatdariyê ye, divê ji ber vê darbeya li daxwazên azadiyê yên gelekî mezlûm hatiye xistin lêborînê ji gelê Kurd bixwazin û ji bo dadgeha di 9'ê Mijdarê de destpê bike li ser zemîneke demokratîk bê meşandin, derfetan biafirîne. Ev deynê gelê Kurd ê li wan e. Eger ev bê kirin, wê gelê Yewnanîstanê û gelên Anatoliyê li ser bingeheke zexm bikevin nava têkiliyeke biratiyê."
Şankan da xuyakirin ku ji bo ji holê rakirina vê neheqiya li gelê Kurd ê mezlûm hatiye kirin, hebûna hikûmeteke demokrat a îro şens û wezîfeyeke.