KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Operasyona hêzên HSD'ê didome
Çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji hêzên HSD'ê dixwin, erdê ku neçar dimînin biterikînin, vediguherînin erdê mirinê. -
Fermandarê YPG'ê: Kobanê destan e, dîrok e
Fermandarê YPG'ê yê Til Temirê Hawar Sûrûç ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê got, "Asta herî bilind a berxwedanê li Kobanê xwe da der. Berxwedana gelê Kurd hebû, ev gelekî girîng bû." -
Li navçeya Elezîz Mêrunê 'derketina derve' hat qedexekirin
Li hin herêmên ser bi navçeya Elezîz Mêrunê, bi hinceta operasyonê danê sibehê, derketina derve hat qedexekirin. -
Çira Şengal FM wê bibe dengê berxwedanê
Li Çiyayê Şengalê qenaleke radyo ya bi navê Çira Şengal FM vebû. Çira Şengal FM dixwaze çîroka berxwedanê ya bi Fermana 73'an re destpê kir vebêje û bibe dengê Êzidiyatiyê. -
Erdogmûş: Li Farqînê komkujiyeke nû tê kirin
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş got, "Gelê Farqînê dewletê naxwaze, divê dewlet tavilê dev ji vê polîtîkaya bê encam berde û hurmetê nîşanî vîna gelê Farqînê bide." -
Cenazeyê Engîn Gezîcî ji aliyê gel ve hat wergirtin
Cenazeyê Engîn Gezîcî yê îro ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin danê êvarê li derdora Kaniya Dergeh a li Taxa Tekel ji aliyê gel ve hat wergirtin. -
Êrîşên li Farqînê didomin
Li navçeya Farqîn a Amedê berxwedan û êrîşên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin didomin. -
Li hin herêmên Hênê û Licê qedexeya derketina kolanan
Walîtiya Amedê li herêmên di navbera li taxên Yûkari Tûrali, Şabek Komû, Damlatepe yên girêdayî navçeya Hênê, li taxên Akçapinar, Şenlîk, Tûzlakoy û Bîrlîk û gelek gundan qedexeya derketina kolanan îlan kir. -
Polat ê li Farqînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Ciwanê Kurd Sertîp Polat ê ji hêla polîsan ve li Farqînê hat qetilkirin li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li Licê hat definkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Torsûn li cem birayê xwe yê şehîdê Kobanê hat defnkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Înan Torsun (Têkoşer Gever) yê di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li bajaroka Bajêrgê ya Geverê hat definkirin. -
Kaya yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li Colemêrgê spartin axê
Li Colemêrgê welatiyê bi navê Zeynel Kaya di encama gulebarana polîsan de hatibû qetilkirin, ji hêla sedan welatiyan ve hat definkirin. -
Hêzên HSD’ê sînorê mayînkirî derbas kirin
Pêşveçûna Hêzên HSD’ê li Eniya Til Berak didome. Hêzên HSD’ê danê nîvro çembera parastinê ya çeteyên DAIŞ’ê ji mayînan çêkiribû derbas kirin. -
Îsmet Gezîcî ya li Farqînê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Îsmet Gezîcî ya danê sibehê ji ber terora polîsan a li navçeya Farqîn a Amedê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. -
Ji Komalên Ciwan banga pêşxistina berxwedanê
Koordînasyona Komalên Ciwan got: “Ji bo bîranîn û têkoşîna hevrêyên şehîd bilindtir bikin, em bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin tevlî nava refê azadiyê yên berxwedan bi germî dimeşe bibin.” -
Polîsan li Farqînê ciwanek qetil kirin
Li navçeya Farqînê êrîşa tîmên taybet a li ser welatiyan dijwar dibe, li Taxa Tekelê di encama gulebaranê de bavê 3 zaroka Engîn Gezîcî (24) hat kuştin û meta wî Îsmet Gezîcî xwest biraziyê xwe xilas bike bi guleyê birîndar bû. -
‘Li Farqînê provaya komkujiyê heye divê bi lezgînî mirov biherikin vir’
Li Farqînê qedexeya derketina kolanan di roja xwe ya duyemîn de ye. Wekîla Hevşaredarên Farqînê Tekîner got; “Agahiya me nîne çiqas mirov mirine” û banga lezgîn li raya giştî û bijartiyan kir. -
HPG: Artêşa Tirk êrîşên xwe zêde kir
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên xwe yên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya zêde kirine. Li Mêrdînê jî cerdevanan dest bi kemîndanînê kirine. -
Nasnameyên 2 gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku gerîlayên HPG'ê Sîraç Erdogan bi nasnav Sîpan Cûdî û Nacî Alîzade bi nasnav Şervan Rojhilat, li Şengalê jiyana xwe ji dest dan. -
Koordînasyona HDP'ê ya Derveyî Welat: Dengên me bi 22 hezarên din zêde bûn
Koordînasyona HDP'ê ya Derveyî Welat, ji hemû koordînasyonên xwe xwest, ku encamên li ber destê xwe bişînin. Koordînasyonê ragihand, ku li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê wan 22 hezar dengên din zêde kirine. -
DBP: Agahî ji Farqînê nayê!
Rêxistina DBP’ê ya Amedê têkildarî bûyerên li navçeya Farqînê daxuyaniyek weşand. -
MLKP Rojava: Em tevlî pêngava Hol dibin
Rêxistina MLKP Rojava da xuyakirin ku ew ê beşdarî pêngava li herêma Holê bibin. -
Gerîlayê HPG'ê Candemîr li Dêrsimê hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Celal Candemîr (Şiyar) ê di 31'ê Cotmehê de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
Dogan û Çetîn ji aliyê bi deh hezaran ve hatin oxirkirin
Dogan Dogma (18) û Çetîn Dara (20) ê duh li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin. -
Li Colemêrgê kesek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin
Tîmên taybet ên duh bi şev dor li gelek taxên Colemêrgê girtin, kesekî navê wî nehat hînbûn qetil kirin. -
Li Pîranê operasyon, li Dêrsimê tevgera hewayî
Li bejahiya gundê Pirejman ê ser bi navçeya Amed Pîranê, operasyon hat destpêkirin.