HPG: Artêşa Tirk êrîşên xwe zêde kir
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên xwe yên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya zêde kirine. Li Mêrdînê jî cerdevanan dest bi kemîndanînê kirine.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên xwe yên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya zêde kirine. Li Mêrdînê jî cerdevanan dest bi kemîndanînê kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku operasyona li qada Oremar hê didome.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşên xwe yên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya zêde kirine. Li Mêrdînê jî cerdevanan dest bi kemîndanînê kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand têkildarî êrîşên artêşa Tirk agahî da. Navendê got; “Operasyona ku artêşa Tirk li qada Oremar a navçeya Gever a Colemerg daye despêkirin didome.”
‘DI ÇALAKIYA BERSIVDAYÎNÊ YA LI AVAŞÎN DU LEŞKER HATIN KUŞTIN’
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla li hember êrîşan çalakiyên bersivdayînê li dar dixin û ev agahî parve kir; “4’ê Mijdarê (îro) danê sibehê li hemberî tevgera artêşa TC a li derdora girê Şehîd Bager ê li ser xeta herêma Avaşîn bi cih bûne, gerîlayên me çalakiyeke bersivdayînê li dar xistine. Di vê çalakiyê de du leşker hatine kuştin, pevçûnên li vê qadê didomin, keşfên pêgerên hewayî yên artêşa TC bi awayekî zêde dewam dikin. Qad, di heman demê de bi bombeyên mîsket hatiye bombekirin, der barê pevçûnan de her ku agahî werin wê bi raya giştî re were parvekirin.”
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 30’ê Mijdarê saet 16:30 hewl daye bikeve girê Şehîd Rehîme hêzên gerîla, leşkerên di nav vê hewldanê de bi awayek bandor kirine hedef. Artêşa Tirk saet 16:45 neçar maye vekişe.
Di berdewama daxuyaniyê de der barê bomberdûmanên artêşa Tirk ev agahî hatin dayin:
“4’ê Mijdarê saet di navbera 00.00-05.30’an de li ser herêma Şehîd Rahîme tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky çêbû; helîkopterên Skorsky li qereqola Oremar û girê Gomankê leşker danîn. Her wiha li ser xetên sînor tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov didomin, herêma Şehîd Rahîme bi obus û hawanan hat bomberdûmankirin.
3’yê Mijdarê jî balfirên şer saet 12.30-13.30’an herêmên Şehîd Rahîme û Şehîd Bager, saet 14.00-14.30’an herêma Govendaê, saet 18.30-21.30’an herêma Şehîd Rahîme, saet 19.00-20.30’an herêma Şehîd Gafûr bomberdûman kirin. Her wiha saet 14.00-15.30’an balafirên şer bi paraşutan gelek cihazên guhdarkirinê avêtin sêgoşeya Tepê Xwedê, Tepê Mamreşo û Basya- Avaşîn.”
'LI MÊRDÎNÊ XEBATÊN KEMÎNDANÎNÊ'
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê xebatên kemînê yên li Mêrdînê jî agahî da.
Li gor daxuyaniyê, 15 rojên dawî li derdora Mehsertê û Rişmil ên Mêrdînê cerdevanan xebatên kemînê meşandine. Her wiha, cerdevan li derdora gundên Şêx Mahmût, Gundê Kafdenûr û Gundê Risînî yên girêdayî Mehsertê xebatên kemînê didomînin. Li nêzî Mehsertê artêşa TC jî êvarî tevlî kemînan dibe; tevgera êvarî zêde dike û dixwaze cerdevanan bixin rewşa hedefê.
LI HEMBER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYA ÊRÎŞ DIDOMIN
Li gor daxuyaniya HPG’ê:
“Artêşa Tirk, 3’yê Mijdarê saet 14.00-16.00 qereqola Mamreş a li xeta sînorê herêma Avaşîn, herêmên derdora xwe bi tankan bomberdûman kir.
Her wiha, 3’yê Mijdarê saet 13.00-16.00’an qereqola Sînek û Alaya Topavêj a Gulyazi yên li xeta sînorê herêma Heftanîn; herêmên Deriyê Davetiya, Bektorya, Kato Sîle, 4’ê Mijdarê (îro) saet 06.30-08.30’an qereqolên Tepê Serbest û Şivan; herêma Tepê Partîzan bi tankan ve bomberdûman kir.
4’ê Mijdarê saet 09.30-10.30’an qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna; herêmên Tepê Şehîd Şoreş, Tepê Şehîd Mazlûm û Tepê Hakkarî da ber obus û hawanan.
3’ê Mijdarê saet 13.00-16.00’an li ser xeta Amediyê-Gundê Mijê-Sergelê, saet 15.00-16.00’an li ser herêma Garê, saet 12.00-00.00’an li herêma Metîna, saet di navbera 23.00 û 4’ê Mijdarê saet 04.30’an de li ser herêma Zapê, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
3’yê Mijdarê saet 11.30-14.00’an li ser herêma Xakûrkê, saet 12.00-14.00’an li ser herêma Qendîl, saet 12.30-00.00’an li ser herêma Metîna, saet 20.00-23.00’an li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer çêbû.
LI DÊRSIMÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayekî di 31’ê Cotmehê de li Dêrsimê di kemînekê de jiyana xwe ji dest dabû ragihand.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “31’ê Cotmehê saet 15.00’an, komek gerîlayên me li herêma gundê Rojmek ê Dêrsimê diçû wezîfeyê, ketin kemîna artêşa TC. Li vir hevalê me Şiyar Rojnek (Celal Candemîr) gihiştiye şehadetê.”
Agahiyên sicîla gerîlayê jiyana xwe ji dest daye;
Nasnav: Şiyar Rojnek
Nav û Paşnav: Celal Candemîr
Cihê jidayikbûnê: Dêrsim
Dîrok û Cihê Şehadetê Şahadet Tarihi ve Yeri: 31 Ekim 2015 / Dersim