Polat ê li Farqînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Ciwanê Kurd Sertîp Polat ê ji hêla polîsan ve li Farqînê hat qetilkirin li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li Licê hat definkirin.

Li navçeya Farqîna Amedê piştî qedexeya derketina kolanan ciwanê Kurd Sertîp Polat (20) ji hêla polîsan ve duh hatibû qetilkirin, li şehîdgeha Licê hat definkirin. Piştî cenazeyê Polat ji nexweşxaneyê hat wergirtin ji bo definkirinê ber bi "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li Licê derketin rê. Cenazeyê Polat bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hat definkirin.