Ji Komalên Ciwan banga pêşxistina berxwedanê

Koordînasyona Komalên Ciwan got: “Ji bo bîranîn û têkoşîna hevrêyên şehîd bilindtir bikin, em bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin tevlî nava refê azadiyê yên berxwedan bi germî dimeşe bibin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan got: “Ji bo bîranîn û têkoşîna hevrêyên şehîd bilindtir bikin, em bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin tevlî nava refê azadiyê yên berxwedan bi germî dimeşe bibin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan a daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku êrîşên tinekirinê yên AKP’a faşîst beriya hilbijartinê li hember gelê Kurd û tevgera azadiyê dabû destpêkirin piştî hilbijartinan jî bi hemû hovîtiya xwe didomin. Li navçeyên me yên Gever û Farqînê ku diyar kirin ji niha û şûn ve wê pergala mêtinkar nas nekin û xwerêveberî îlan kirin, di encama êrîşên çeteyên AKP’ê de sivîl, ciwanên gelê Kurd ên bi lehengî li ber xwe dan şehîd ketin.

Koordînasyona Komalên Ciwan ku got: “Em wek ciwan û rêxistina Kurdistanê van şehîdên xwe yên ji bo welat, gel û Rêbertiya xwe bi fedakarî li ber xwe dan bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku bi hesreta azadiyê û tolgirtinê berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bigihînin serketinê” diyar kir ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê ne wek tê gotin e, di dîroka Tirkiyeyê de ne serketina demokrasiyê ye.

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku berevajî, di vê hilbijartinê de faşîzmê bi derew, hîle û komkujiyan bi qedera gelan lîstiye û wê wiha jî derbasî dîrokê bibe û wiha dewam kir: “Di van hilbijartinan de tişta esasî yê derketiye holê ev e ku hikûmeta AKP’ê hikûmetek komkujer û faşîst e. Erdogan û partiya wî AKP bi taybet li Kurdistanê li giştî Rojhilata Navîn hêzên şerê taybet ên provokatif in. Ev hêz, li hemberî Rêber Apo ku ji bo çareseriya demokratîk û aştîxwaz a pirsgirêka Kurd sebr û hewldanên mezin nîşan da, tevgera me û tevahî derdorên demokrasiyê şer îlan kirine, ev jî piştî hilbijartinan gelek caran anîne ziman. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi têkçûna faşîzmê û serketina hêzên demokratîk bi êncam bibû. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê nas nekirin, 24’ê Tirmehê li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn, şer dan destpêkirin bi çeteyên DAIŞ’ê re komkujiya Enqereyê pêk anîn, ev jî îlana biryarbûna wan a di îmha û înkarê de bû. Em bi aşkera îlan dikin, AKP û TC’a dagirker ên faşîst, îradeya gelê Kurd û derdorên demokratîk nas nekirin, em jî wan nas nakin, em ê nas nekin jî. Welatê me Kurdistan niha di bin destê dewleta TC de statuya dagirkeriyê de ye, TC dagirker e, ji ber vê jî ti rewabûna xwe tineye, wê ji niha û şûn ve jî tinebe. Heta Rêber Apo azad nebe, em ê di têkoşîna xwe de gavekê jî paşve navêjin.

Xwerêveberiyên gelê me îlan kir rewa ye û mafdar e. Ji roja destpêkê ve li hember êrîşên faşîst ên hêzên dagirker, wek ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û şoreşger me hewl da gelê xwe biparêzin û me di avakirina xwerêveberiyê de cih girt. Li hember van êrîşên bê exlaq, ciwanên Kurd li ber xwe dan, wê li ber xwe jî bidin. Me berdêlên mezin dan, şehîd dan. Ev asta têkoşîna me aşkera dike ku bê em ê ji niha û pê ve jî di nav têkoşînek çawa de bin. Di êrîşên li hember îradeya xwerêveberiyê ya gelê me, li gelek cihan li ser gelê me, Farqîn û Gever de derket holê ku êdî dema têkbirina AKP û dewleta TC ya dagirker hatiye. Bi vê boneyê, em bang li tevahî ciwanên li Kurdistanê bi lehengî li ber xwe didin dikin ku li tevahî çeperan têkoşînê mezin bikin. Ji bo bîranîn û têkoşîna hevrêyên şehîd bilindtir bikin, em bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin tevlî nava refê azadiyê yên berxwedan bi germî dimeşe bibin. Rêya herî rast a hesabpirsîna ji hikûmeta AKP’ê ya faşîst ev e. Van hêzên dagirker xwestin hesab bipirsin. Ji tevahî şoreşger, hêzên demokratîk û giştî ciwanên Kurd re banga me ev e ku bi rûhê Şehîd Êrîş û Şehîd Bermalan û kelecana wan a şoreşê li gor hesabpirsînek mezin berxwedan û têkoşîn bê bilindkirin.”