Gerîlayê HPG'ê Candemîr li Dêrsimê hat veşartin

Gerîlayê HPG'ê Celal Candemîr (Şiyar) ê di 31'ê Cotmehê de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Celal Candemîr (Şiyar) ê li bejahiya gundê Roşnek ê navçeya Dêrim Pilemûrê di kemîna artêşa Tirk a 31'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, piştî merasîmeke li mala cem a ku bi hezaran kes lê amade bûn, li Goristana Asrî ya Dêrsimê hat veşartin.

Piştî ku malbata gerîla Candemîr cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê wergirt ji bo definkirinê anî Dêrsimê. Ji bo gerîla Candemîr li mala cem merasîm pêk hat û tevî Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu bi hezran welatî tevlî merasîmê bûn.

Piştî sirûda "Çerxa şoreşa" û deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Hevserokê HDP'ê yê Dêrsimê Aslan Çag di merasîmê de axivî. Çag hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî. Çag diyar kir ku ev 2 mehan cenaze tên Dêrsimê û lenet li xwînmijan barand.

Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu diyar kir ku Candemîr ji bo doza xwe, pirçandî, pirzaminê û baweriya xwe têkoşiya û ev tişt anî ziman: "Di şexsê hevalê Şiyar de bila serê gelê Kurdistan û Dêrsimê sax be. Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Bêyî ku birîna komkujiya 38'an derman bibe, li ser hev birînên me çêdikin. Hevalê Şiyar li hemberî vê yekê bêndeng nema. Wekî hûn jî zanin ew domdarê doza eşîra xwe bû."

Onlu bi bîr xist ku operasyonên li Dêrsimê hatine destpêkirin hêj didome û got ku ew rêya Camdemîr wekî rêya xwe dibînin.

Piştî merasîma girseya gel li ber mala cem canezeyê Candemîr li ser milên xwe kirin û heta goristana ku 2 km dûre meşiyan. Piştî karê definkirinê qediya xwişka wî Guler Candemîr li ser gora birayê xwe axivî. Candemîr bi hêsirên çavan ev tişt anî ziman: "Birayê min ê wêrek û mêrxas. Rabe ser piyan ji min re qala doza xwe bike."

Welatiyan qurnefîl danîn ser gora Candemîr û dûre bi girseyî çûn sersaxiya malbata Candemîr.