Êrîşên li Farqînê didomin

Li navçeya Farqîn a Amedê berxwedan û êrîşên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin didomin.

Li navçeya Farqîn a Amedê berxwedan û êrîşên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin didomin. Piştî êrîşên polîs û tîmên taybet ên ji ber berxwedanê nikarin bikevin taxan, li taxan dûman bilind dide.

Li navçeya Farqîn a Amedê êrîşên ev du roj in didomin berdewam dikin. Heta niha 4 kes ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Li taxên Tekel û Mescît ên dengê teqînên dijwar û çekan tê, dûman bilind dibe. Bi taybet di êrîşên ku li Cadeya Azîzoglû zêde bûne, hat ragihandin ku bombeavêj û çekên giran tên bikaranîn. Tankên ku li girê Gaza Topê hatine bicihkirin taxan topbaran dikin. Hat ragihandin ku li malên top û gule li wan ketine zerareke mezin çêbûne. Tevî êrîşên zêde jî tîmên taybet ên rastî berxwedana gel hatin nikarin bikevin taxan.

Heyeta ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Omer Onen, Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Alî Şîmşek, endamên KCD’ê nûnerên saziyên civaka sivîl pêk tê hatin Farqînê.

Heyeta ku hat Şaredariya Farqînê ji Hevşaredar Zûhal Tekîner têkildarî rewşê agahî wergirt û paşê derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Farqînê bû.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmettûlah Erdogmûş ji bo cenazeyê Engîn Gezîcî yê bavê 3 zarokan ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin werbigirin bi rayedarên polîsan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de polîsan destûr neda heyet bikeve taxê diyar kirin ku bi şertê kesên di taxê de cenaze bînin Cadeya Gazî ya Taxa Camî ya qedexeya derketina kolanan lê nîne wê destûr bidin. Li ser vê yekê kesên din ên di nav heyetê de cih digirin ji bo nirxandina rewşê vegeriyan Amedê.

Li gel vê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya hat Farqînê piştî demekê li Farqînê ma vegeriya Amedê.