Koordînasyona HDP'ê ya Derveyî Welat, ji hemû koordînasyonên xwe xwest, ku encamên li ber destê xwe bişînin. Koordînasyonê ragihand, ku li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê wan 22 hezar dengên din zêde kirine.
Koordînasyona HDP'ê ya Derveyî welat daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji ber xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, em spasiyên xwe pêşkêşî hemû koordînasyon û komîsyonan dikin."
LI KÎJAN WELATÎ KÎJAN PARTÎ YEKEMÎN E?
Koordînasyonê ev agahî da:
"Li derveyî welat, dengên me li gorî encamên 7'ê Hezîranê, bi 22 hezar dengên din zêde bûne. Li welatên Swîsre, Îngilîstan, Kanada, Îtalya, Fînlandiya, Japonya, Polonya, Ûkrayna û Taylandê ew bûne partiya yekemîn. Romanya ne di nav de, li hemû welatên din kêm be jî zêdebûnek heye.
'DIVÊ RAPORÊN NIRXANDINA ENCAMAN BÊN ŞANDIN'
Wê baş be ku hemû koordînasyonên hilbijartinê, raporên xwe yên li ser encamên hilbijartinê bişînin.
Ji bo nirxandina dawî, tespîtkirina aliyên erênî û neyînî, diyarkirina kêmasiyên derketine holê û ji bo pêşerojê nêrîn û pêşniyare were destnîşankirin, divê koordînasyonên hilbijartinê nirxandinê bikin û encamên wê ji me re ragihînin."