Hêzên HSD’ê sînorê mayînkirî derbas kirin

Pêşveçûna Hêzên HSD’ê li Eniya Til Berak didome. Hêzên HSD’ê danê nîvro çembera parastinê ya çeteyên DAIŞ’ê ji mayînan çêkiribû derbas kirin.

Pêşveçûna Hêzên HSD’ê li Eniya Til Berak didome.

Pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li eniya Til Berak didome.

Hêzên HSD’ê li her eniya ku azad dikin kemînên bûbîn ên çeteyên DAIŞ’ê amade kirine îmha dikin û ji mayînan paqij dikin.

Hêzên HSD’ê îro danê nîvro çembera parastinê ya çeteyên DAIŞ’ê ji mayînan çêkiribû derbas kirin. Li ser derbaskirina çembera parastinê ya DAIŞ’ê, erdê mayînkirî yê DAIŞ’ê di navbera xwe û hêzên YPG/YPJ’ê de lê kiribû hatin îmhakirin.

Erdê mayînkirî 15 km dûrî Til Berak li derdora Qerya Sagîra hat dîtin. 

...