KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
TKP/ML TÎKKO: Ji bo bîranîna şehîdên Mercan çalakî li dar xist
Hat ragihandin ku gerîlayên TKP/ML TÎKKO, 31’ê Cotmehê li navçeya Xozat a Dêrsimê ji bo bîranîna şehîdên Mercan çalakiyek li dar xistin. -
Muşahîdên AKP’ê bi amblema AKP’ê li ser sindoqan e!
Li Rihayê muşahîdên AKP’yî, bi qertên amblema AKP’ê li ser sindoqan e. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Leyla Guven li hember vê bertek nîşan da, diyar kir ku AKP qanûna hilbijartinan binpê dike. -
Ji PYD'ê peyama 1'ê Mijdarê
Meclîsa Partiyê ya PYD'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li tevahiya mirovahiyê pîroz kir û destnîşan kir ku projeya aştiyê ya li dijî terora îro, serketina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê ye. -
Li Şirnexê zexta cerdevan û Huda-Par'iyan
Li Hezexê cerdevan û endamên Huda-Par'ê li du gundan nasnavên hilbijêran kom kirin û zextê dan wan ku dengên xwe vekirî bi kar bînin. -
Şaredarê berê yê Milazgîrê hate binçavkirin
Şaredarê berê yê Milazgîrê M.Nurî Balcî û welatiyê bi navê Onder Engîn dema çûn dengdayînê hatin binçavkirin. -
'Şehîden meha Cotmehê' li Parîsê hatin bîranîn
Li paytexta Fransa Parîsê, 'Şehîden meha Cotmehê' hatin bîranîn. -
Li Hollandayê bîranîna 'Şehîdên meha Cotmehê'
'Şehîdên Meha Cotmehê' li bajarê Den Haagê hatin bîranîn. Di bîranînê de bal hat kişandin ser şerê AKP û DAIŞ li dijî Kurdan dimeşîne û banga têkoşînê li gel hat kirin. -
Gerîlayê YRK'ê di kemîna pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da
Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya gerîlayekî xwe yê di kemîna pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. -
Gundikekî li başûrê Hesekê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Di çarçoveya operasyonên yekîneyên HSD'ê yên li başûrê Hesekê de, gundikek ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Hat ragihandin ku di operasyonan de gelek çete hatine kuştin. -
'Şehîdên meha Cotmehê' li gelek navendên Ewropayê hatin bîranîn
Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Polîsan li Bismilê Taxa Rojava gulebaran kirin
Polîsên ku li Taxa Rojava ya navçeya Bismil a Amedê bi wesayîtên zirxî digerin bi deqeyan kolan gulebaran kirin. -
3 kes li Wanê hatin binçavkirin
Li Wanê 3 HDP’yiyên ku xebatên hilbijartinan dimeşandin hatin binçavkirin. -
Li Şengalê pevçûn
Li Şengalê pevçûnên dijwar di navbera hêzên YBŞ,YPŞ, HPG û YJA Star û çeteyên DAIŞ’ ê de derket -
Eyad Elawi wê li Başûrê Kurdistanê navbeynkariyê bike
Ji bo aloziya siyasî ya li Başurê Kurdistanê bi dawî bike û navbeynkariya Tevgera Goran û PDK’ê bike, Serokê Muxalefeta Neteweyî ya Iraqê û Serokdewletê yê berê Eyad Elawî hat wezîfedarkirin. -
Midûriyeta Polîsan: Oy ve Otesî nêzî sindoqan nekin
Midûriyeta Polîsan a Semsûrê biryar da ku endamên 'Însiyatifa Oy ve Otesi' di hilbijartina 1'ê Mijdarê de nêzî sindoqan nebin. Hat diyarkirin ku ev ferman li bajarên din jî hatiye dayîn. -
Dayikên Roboskî: Xwedî li HDP’ê derkevin
Dayikên Roboskî ji bo ku hesabê qetlîama Enqereyê bê pirsîn xwestin hemû kes biçin ser sindoqan. Dayikan banga "Dema diçin ser sindoqan wijdanê xwe ji bîr nekin" kirin. -
Yuksekdag: Wê torosên spî negerin, wê kevok bifirin
Hevseroka Gişti ya HDP’ê Yuksekdag li navçeya Artemêtan a Wanê bi gel re hat cem hev. Civîna ku gelek kes tevlî bû weke mîtîngekê derbas bû. -
Hevalên Rojnamevanên Sûriyeyî: Qatil DAIŞ e
Hevalên her du rojnamevanên Sûriyeyî yên li Rihayê hatibûn qetilkirin, diyar kirin ku înfaz DAIŞ’ê kiriye. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên 24’ê Cotmehê li hemberî çeperên şervanên YPG/YPJ’ê dane destpêkirin didomin. -
VADAY-DER : Gelê Kurd ê Misliman wê destûr nede lîstikên qirêj
Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya Oldaran a Wanê (VADAY-DER) M.Hafît Keskîn, têkildarî broşurên di demên dawî de ji bo reşkirina HDP’ê hatine çapkirin civîneke çapemeniyê li dar xist. -
Balafirên şer ên Tirk herêma Avaşînê bombe kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku operasyona li Geverê û bomberdûmana li herêmên gerîla dewam dikin. -
Pêngav gava destpêkê ya Sûriyeya Demokratîk e
Ji Fermandarên YPG'ê û Berdevkên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Lewend Rojava destnîşan kir ku HSD bingeha pêşeroja demokratîk û azad a Sûriyeyê ye û diyar kir ku pêngava li Başûrê Hesekê wê ji bo Sûriyeya demokratîk bibe gava destpêkê. -
Ûca: Divê gelê me biçe ser sindoqan, dengê xwe biparêze
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji ANF'ê re polîtîkayên şer ên AKP'ê nirxand û bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne û biparêze. -
'Divê Tirkmen tevlî têkoşîna Sûriyeya demokratîk bibin'
Berdevkê HSD'ê Alî Selo diyar kir ku ew dixwazin DAIŞ'ê ji holê rakin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Alî Selo bal kişand ser alîkariya Kurdan a ji bo Ereban û bang li Tirkmenan jî kir ku tevlî vî karî bibin. -
Ararat: Jiyaneke bi aştî û demokratîk tenê HDP dikare pêk bîne
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Evîndar Ararat a ji ANF’ê re axivî got ku HDP bi rêveberiya xwecihî an jî bi rêveberiya li cihê xwe li hember rejîma navendî ya yekperest soza modela Tirkiyeyeke demokratîk dide.