Li Hollandayê bîranîna 'Şehîdên meha Cotmehê'
'Şehîdên Meha Cotmehê' li bajarê Den Haagê hatin bîranîn. Di bîranînê de bal hat kişandin ser şerê AKP û DAIŞ li dijî Kurdan dimeşîne û banga têkoşînê li gel hat kirin.
'Şehîdên Meha Cotmehê' li bajarê Den Haagê hatin bîranîn. Di bîranînê de bal hat kişandin ser şerê AKP û DAIŞ li dijî Kurdan dimeşîne û banga têkoşînê li gel hat kirin.
Li bajarê Hollanda Den Haagê, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gûrbetellî Ersoz, Meryem Çolak de 'Şehîdên Meha Cotmehê' hatin bîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haagê pêk hat. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Dîren Şiyar axivî û bibîr xist, ku di nava meha Cotmehê de ji bo Kurdistanê bi sedan şedahet çêbûye.
Şiyar bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û polîtîkayên şer ên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd û banga xwedîderketina li çalakiyan li gelê Kurd kir. Şiyar got, "Têkoşîna gelê Kurd heta negihêje serketinê, naqede."
Piştî axaftinan li ser 'Şehîdên Meha Cotmehê' sînevîzyon hat nîşandan.