Ararat: Jiyaneke bi aştî û demokratîk tenê HDP dikare pêk bîne

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Evîndar Ararat a ji ANF’ê re axivî got ku HDP bi rêveberiya xwecihî an jî bi rêveberiya li cihê xwe li hember rejîma navendî ya yekperest soza modela Tirkiyeyeke demokratîk dide.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Evîndar Ararat têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê ku wê sibe li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bên, axivî. Ararat  behsa dewlemendiya HDP’ê, di demokratîkbûna Tirkiyeyê de rola jinê, bandora Tevgera Azadiya Kurdistan a ku jin derketin asta pêş, îlanên xwerêveberiyan nirxand.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Evîndar Ararat a ji ANF’ê re axivî got ku HDP bi rêveberiya xwecihî an jî bi rêveberiya li cihê xwe li hember rejîma navendî ya yekperest soza modela Tirkiyeyeke demokratîk dide.

Ararat got: “Her kesên alîgirên demokrasî, aştî, jiyana hevpar, li dijî faşîzma hevpar a Erdogan, AKP û DAIŞ’ê, li dijî komkujî, zext, îşkence, bêkarî, neheqî, yekperetiyê pêwîst e li derdora HDP’ê bibin yek. Gelên me ji bo li pêşeroja xwe xwedî derkevin, jin û ciwan ji bo pêşerojeke azad divê dengên xwe bidin HDP’ê û şeqama dawî li Erdogan bidin.”

‘HDP, PARTIYA TIRKIYEYA DEMOKRATÎK E’

Ararat diyar kir ku HDP li hember rejîma dewleta netewe, yekperest û faşîst bi armanca bibe partiya gelan, baweriyan, fikran, bindestan, kesên tên mêtin û wekî din tên dîtin hemû rengên Tirkiyeyê di nav xwe de kom kir û got: “HDP li ser vî esasî partiyeke Tirkiyeya demokratîk e. Encamên serketî yên di 7’ê Hezîranê de bi dest xist li ser vê pêş ket. Ji ber hemû beşên bê nefes hatin hiştin dîtin ku li Tirkiyeyê rêya aştî, demokrasî, xwişk û biratî û edaletê li Tirkiyeyê bi HDP’ê re vedibe. Ji  ber HDP’ê bûyîna partiyeke Tirkiyeyê bi ser xist, gelên Tirkiyeyê li derdorê kom bûn, rejîma faşîst, yekperest, qetlîamker di şexsê Erdogan û AKP’ê de red kir."

‘YA BI SER BIKEVE WÊ HÊVIYA JIYANA NÛ Û BIRYARA WÊ BE’

Ararat anî ziman ku wê gel di 1’ê Mijdarê de hê zêdetir li derdora HDP’ê bibin yek û got: “Wê darbeya dîrokî li dîktatoriya Erdogan bidin. Ya qezenc bike di şexsê HDP’ê de wê hêviya jiyana nû û biryara wê ya rûyê ronak, aştîxwaz, demokratîk, azad û wekhev ê Tirkiyeyê be.”

‘HDP ZEMÎNEKE GIRÎNG A HATINA GEL HEV E’

Ararat diyar kir ku jinên Kurd bi salane hem di siyaseta demokratîk, hem di têkoşîna civakî û rêxistinbûnê de pêşengiyê diijn. Ararat wiha dewam kir: “Asteke muezzem a tecrûbe, zanebûn û rêxistinbûnê wergirtine. Têkoşîna xwe bi têkoşîna jinên Tirkiyeyî re hê zêdetir hevpar dikin. Di serî de nav HDP’ê di zemînên cuda yên têkoşîn û rêxistinbûnan de ev zêdetir dibe… Rejîma faşîst, dîktatoriya Erdogan tenê ev têkoşîna hevpar û rêxistinbûn dikare bisekinîne. HDP ji bo vê zemîneke girîng a hatina gel hev e.”

‘DIVÊ GELÊ ME DI HILBIJARTINÊN 1’Ê MIJDARÊ DE BIÇE SINDOQAN DENG BIDIN XWE YANÎ HDP’Ê’

Ararat destnîşan kir gelê Kurd biryar girt ku bi îradeya xwe xwe bi rê ve bibe, xwerêveberî îlan kirin û hê jî îlan dikin. Ararat diyar kir ku ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavekî dîrokî ye û wiha dewam kir: “Helwesta rêveberiya xwecihî yan jî rêveberiya li cihê xwe ya redkirina rêveberiya yekperest û navendî modeleke ku pêwîst e ji bo tevayî Tirkiyeyê derbasdar be û modeleke wiha ye ku wê pirsgirêkên bi salan ên civakî çareser bike…. Lewma divê gelê me di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de biçe sindoqan deng bidin xwe yanî HDP’ê. Di parlamentoyê de temsiliyeta xwe ava bike, demokratîkbûna Tirkiye û serwerkirina siyaseta demokratîk pêk bîne. Di vê çarçoveyê de wê îlanên xwerêveberiyan temam bibin, di têkoşîna ku di destûra bingehîn de cih bigire wê bi serketî biqedînin û di vê de wê rolekî girîng bilîzin.”

‘PÊWÎST E JIN HÊ ZÊDETIR LI PÊVAJOYA AVAKIRINA PÊŞEROJA XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Evîndar Ararat anî ziman ku pêvajoya xweseriya demokratîk an jî xwerêveberiyan ne pêvajoyeke demkî ye û wiha got: Stratejîk e. Dewleta Tirkiyeyê pêwîst e xwerêveberiyan wek rastiyeke Tirkiyeya demokratîk qebûl bike, heta bikeve bin garantiya destûra bingehîn bi biryar bê meşandin. Rêxistinbûna me ya civakî ya li ser esasê mekanîzmayên xweseriya demokratîk an jî xwerêveberiyan êdî modela me ya jiyan û xwerêvebirinê ye. Mayînde ye. Em vê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilat Navîn wek modela çareseriyê pêşkêş dikin. Lewma pêwîst e jin hê zêdetir li pêvajoya avakirina pêşeroja xwe û parastina wê xwedî derkevin. Pêvajoya avakirina civaka exlaqî û demokratîk li her cihî bi biryar pêş bixin.”

Ararat di dawiya axaftina xwe de got: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de çawa AKP ji Kurdistanê hat paqijkirin û ji bilî çend parlamenteran kes nedan bijartin divê di vê hilbijartinê de jî daxê asta sifirê. Gelên Tirkiyeyî jî ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane divê li derdora HDP’ê bibin yek û darbeya dawî li vê dîktatoriya Erdogan bidin. Lewma pêwîst e her kes biçin sindoqan, dengên xwe bidin HDP’ê û heta encamên hilbijartinan zelal bibin xwedî li sindoqan derkevin. Komkujî, zilm, zext, îşkence, xizanî, cudakarî bi kurtasî faşîzm ancax bi têkbirina dîrokî ya çeteya AKP’ê dikare bê sekinandin.”