'Divê Tirkmen tevlî têkoşîna Sûriyeya demokratîk bibin'
Berdevkê HSD'ê Alî Selo diyar kir ku ew dixwazin DAIŞ'ê ji holê rakin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Alî Selo bal kişand ser alîkariya Kurdan a ji bo Ereban û bang li Tirkmenan jî kir ku tevlî vî karî bibin.
REŞÎT SERDAR
HESEKÊ / ANF
şemî, 31 kewçêrê 2015, 11:19
Berdevkê HSD'ê Alî Selo diyar kir ku ew dixwazin DAIŞ'ê ji holê rakin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Alî Selo bal kişand ser alîkariya Kurdan a ji bo Ereban û bang li Tirkmenan jî kir ku tevlî vî karî bibin.
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Serheng Talal Alî Selo bersiv da pirsên ANF'ê.
Di rewşa heyî de armanca Hêzên Sûriyeya Demokratîk çi ye?
Armanca me ya bingehîn afirandina rewşeke ku gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn e. Em dixwazin Sûriyeyeke welê ava bikin ku Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Tirkmen bi ziman û ala xwe re, bi hev re bijîn.
Di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de rol û armanca Tirkmenan çi ye?
Tirkmen jî parçeyek ji gelê Sûriyeyê ye. Di vê pêvajoyê de, avabûna hêzeke bi vî rengî pêwîstiyek bû. Ev hêz jî Hêza Sûriyeya Demokratîk e. Ji ber ku Tirkmen jî yek ji gelên Sûriyeyê ye, diviyabû em jî di nava vê hêzê de cih bigirin. Em jî dixwazin Sûriyeyeke hemû gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn ava bikin. Em dixwazin biratiya gelan ava bikin.
'DIVÊ HÊZÊN KOALÎSYONA ALÎKARIYÊN XWE BIDOMÎNIN'
Weke hêzeke nû, hêvî û bendewariya we ji hêzên navneteweyî û gel çi ye?
Heta ku gelê Sûriyeyê me nas bike, yanî di destpêkê de wê hin zehmetî derkevin pêşiya me. Ev pirsgirêk jî wê ji ber hêzên derve yên li nava Sûriyeyê ne, derkevin. Lê belê piştî ku dîtin em ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk dixebitin, em hêvîdar in ku ew ê jî ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk tevlî me bibin.
Beriya niha di bin navê Siwar El Reqqa re em li Girê Spî, li Kobanê bi YPG'ê re bûn. Me odeyên cuda ava kirin, ev yek jî bi alîkariya hêzên koalîsyonê pêk hat. Ji ber ku armanca me û ya YPG'ê hevpar e. Armanca me; ji holê rakirina DAIŞ'ê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk e. Em bi hêvî ne, wê alîkariyên hêzên koalîsyonê bidomin.
'ÎDÎA BÊBINGEH IN; MIN LI VÊ DERÊ DÎT KU KURD ALÎKARIYÊ DIDE EREBAN'
Weke hêzeke ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê ava bûye, hûn li ser koçberiyê çi difikirin? Wekî din, tê îdîakirin ku YPG koçberiyê li ser Ereban ferz dike, divê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?
Di nava gelên Sûriyeyê de hînê hin derdor hene ku bi hêzên derve ve girêdayî ne. Bi taybetî ev hêzên ku li Îdlib, li Hamayê xwe weke hêza Îslamî pênase dikin, bi hêzên derve ve girêdayî ne. Vana koçberkirinê li ser gel ferz dikin. Her wiha ev hêz der heqê me de dibêjin 'Ev ne Misilman in', dibêjin 'Xwe ji van vegirin'. Bêguman bi vê yekê re dixwazin gel ji me vegirin. Em ê ji gelan re vebêjin ku em hêzeke demokratîk in, ji bo azadiya Sûriyeyê dixebitin û zerara me nagihêje kesî.
Koçberiya rû daye jî, karê hêzên bi derve ve girêdayî ne. Ev yek hewldanek ji bo valakirina herêma me ye. Her wiha pêkhatina vê koçberiyê di nava demeke ewçend kurt de, karê van hêzên derve ne.
Em tevlî gotinên 'Kurd koçberiyê li ser Ereban ferz dikin' nabin. Ji ber ku min bi çavên xwe dît; Li Efrîn, li Kobanê wargehên ji konan hene ku koçberên Ereb lê dijîn. Min dît ku li van deran Kurd bi çi rengî Ereban diparêzin, bi çi rengî bi hev re dijîn. Min dît ku Kurdan çawa xwarina xwe bi Ereban re parve kir, ji bo wan xaniyan çêdikin. Ji ber ku ev nêzîkatiya Kurdan li hemberî berjewendiyên hêzên derve ye, van îdîayan diavêjin naverastê. Hewl didin bi van îdîayan Kurdan li pêş çavên cîhanê reş bikin. min bi çavên xwe dît; Kurd alîkariyê didin me. Divê li ser alîkariya Kurdan a ji bo Ereban, jiyana wan a bi hev re û li ser bêbingehiya van îdîayên koçberkirinê bername û komîte werin avakirin.
Hilşîna heyî ji ber şert û mercên şer e. Em di nava şer de ne, di nava rewşeke awarte de ne. Di nava şer de hilweşîn her tim dibe. Dema mirov hilweşîna li Rojava bînin ber ya li Sûriyeyê, ji sedî yek jî nîne.
'DIVÊ TIRKMEN TEVLÎ KAR BIBIN'
Weke Tirkmenekî banga we li Tirkmenan heye?
Ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk bang li hemû Tirkmenan dikim; Yên xwe weke Tirkmen dibînin û Tirkmenên welatparêz, divê tevlî me bibin. Girîng e hemû Tirkmen tevlî xebatên ji bo pêşeroja Sûriyeyê bibin. Eger em tevlî şoreşê nebin, di dema pêş de em ê li zor û zehmetiyên mezin rast bên. Ev rêxistinbûyîna nû, daxwaza yekîtiya hemû gelan dike, ji bo azadiya her kesî dixebite û rêxistinbûyîneke ku hemû ol, nîjad û gelan di nava xwe de vedihewîne ye. Hêvîdar im ku ti kes baweriya xwe bi hêzên derve re nîne. Armanca wan ne pêkanîna şoreşa Sûriyeyê ye, xerakirina Sûriyeyê ye. Ez jî dixwazim ku Tirkmen neyên lîstika van hêzan.