KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yuksekdag: Ne bi 80 bi 100 wekîlî em ê vegerin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di vekirina otogara Erdîşê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd li hemberî gefan serî natewîne û gelê Wanê wê di hilbijartinê de bi 8 wekîlan derseke baş bide AKP'ê. -
YPG: Hêzên me bersiva pêwîst dan çeteyan
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji rojavayê çemê Firatê bi topên hawanê êrîş pêk anîne, lê hêzên wan bersiva pêwîst daye. Li herêma Eyn Îsa jî operasyona paqijkirina mayinan hate lidarxistin. -
Dayika Elîf spartin axê
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Şemsê Bîrcan Yildiz (Komando Ayşe) Elîf Yildiz li Dêrsimê hat definkirin. -
HPG: Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome
Operasyon û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gerîlayên HPG û YJA Star ên di asta bêçalaktiyê de ne didome. -
Kalkan: Divê her kes destekê bidin HDP'ê û dengên xwe bi kar bînin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Hemû hêzên alîgirê demokrasiyê, ji bo meşandina siyaseta demokratîk divê destekê bidin HDP'ê. Divê her kes bixebitin, deng bi kar bînin û derdora xwe îqna bikin." -
6 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin - HAT NÛKIRIN
6 şervanên YPG’ê li Goristana Şehîd Dijwar ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de peyama, “Em ê di şopa şehîdan de bimeşin” hat dayîn. -
HDP'ê banga ‘1’ê Mijdarê’ li xwendekarên zanîngehê yên li Wanê kir
Heyeta HDP’ê ya Zanîngeha Yuzunku Yil a Wanê ziyaret kir, banga bikaranîna dengan li xwendekaran kir. Namzetê HDP’ê Nadîr Yildirim diyar kir ku wê ji bo ciwanên biçin bajarên xwe dengên xwe bikar bînin piştgiriya veguhastinê bikin. -
'Operasyona Hewîce wê bidome'
Fermandarê Pêşmergeyan ê Herêma 4. General Resûl Omer got, "Ji sedî nod ê Kerkûkê di bin kontrola hêzên Kurd de ye. Ev yek jî bi fedekariya hêzên gerîla û pêşmergeyan pêk hat." -
Aşlig ê 16 salî yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Dayika Mustafa Aşlig ê li Silopiya ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Besna Aşlig di merasîma cenaze da axivî û wiha got: "Em ê heya kengî cenazeyên ciwanan bidin axê?" -
Dogan, bi dirûşma 'Dewleta qatil wê hesab bide” hat oxirkirin
Cenazeyê Dîlek Dogan a li Stenbolê bi guleya polîsan hate qetilkirin li Mereşê bi dirûşma, "Dewleta qatil wê hesab bide" hate definkirin. -
Li Kobanê ji ber teqîna mayînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Kobanê, mayîna ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû çandin teqiya. Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
KONGRA GEL: Di 1'ê Mijdarê de divê desthilatdariya AKP-DAIŞ'ê bê hilweşandin
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang kir. -
Bayik: Divê gelê Botanê di hilbijartinan de partiyên dagirker bixe goristanê
Bayik ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Botanê kir û got, "Çawa ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP û hemû partiyên dagirker hatin definkirin, wê di van hilbijartinan de hîn bêhtir bi xurtî werin definkirin." -
Nasnameyên 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya, nasnameyên 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Dr. Huseyîn Koçer: Daxwazên demokratîk ên gel ji bo me esas in
Berpirsyarê Têkiliyên bi Gel re yê YPG'ê yê Serêkaniyê Dr. Huseyîn Koçer got, "Hêzên derve yên hatin destwerdana Sûriyeyê, ji bilî tinekirina Sûriyeyê û parçekirina gelan tiştek nekirin." -
MŞD'ê nerazîbûnek tund nîşanî PDK'ê da
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê nerazîbûneke tund nîşanî hewldana PDK'ê ya ji bo girtina korîdora navbera Rojava û Şengalê da û bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kir, ku nehêle êdî Êzidî di nava agirê PDK û DAIŞ'ê de bişewite. -
Gerîlayên HPG'ê: Di 1'ê Mijdarê de divê deng ji HDP'ê re bê dayîn
Gerîlayên HPG'ê bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dengên xwe bidin HDP'ê. -
Du caran li Torosên Spî siwar bû, lê dijî
Halît Gundogdû yê 55 salî, ku du caran ji aliyê 'torosên spî' ve hat revandin diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê bi paşerojê re li rû hev nehatiye. -
Bêrîtan li kolanên berxwedanê hat bîranîn
Li Nisêbînê aktîvîstên KJA’yê ji bo gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bernameya bîranînê li dar xistin. -
Li Colemêrgê teqîneke dijwar
Li semta Saklilar a Taxa Pehlîvan a Colemêrgê teqîneke dijwar rû da. Di teqînê de ku windahiya can çênebû hat diyarkirin ku polîs û leşker bi hinceta “ewlekariyê” nikarin bikevin taxê. -
Ji AKP'ê pêkanîneke skandal: Şopa tiliyan û îmzeya HDP’yiyan tê girtin!
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, diyar kir ku li Çinarê dozgeriyê bang li kesên deng dane HDP’ê kiriye, şopa tiliyên wan û îmzeyên wan girtine. Balûken banga, “Neçin dozgeriyê” li gel kir. -
YBŞ û HPG: PDK rêya Şengal-Rojava digire
Fermandariya YBŞ û Fermandariya HPG’ê ya Şengal, li ser girtina rêya di navbera Şengal-Rojava ya ji aliyê PDK’ê ve daxuyanî da. -
YPG: Leşkerên Tirk 2 sivîl birîndar kirin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşî gundekî li rojavayê Kobanê kiriye û 2 sivîl birîndar kirine. -
Leşkeran li Dêrsimê gef li HDP’yiyan xwarin
Heyeta ku ji parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû, hevserokên DBP û HDP’ê pêk dihat îro dema li herêma Kutu Dere ya girêdayî Dêrsimê diçûn ziyareta taziyeya malbatekê, fermandar emrê “li wan bidin” da leşkerên ku rê kontrol dikin. -
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember YPG’ê didomin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser çeperên hêzên wan didomin.