BI DÎMEN

Bayik: Divê gelê Botanê di hilbijartinan de partiyên dagirker bixe goristanê

Bayik ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Botanê kir û got, "Çawa ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP û hemû partiyên dagirker hatin definkirin, wê di van hilbijartinan de hîn bêhtir bi xurtî werin definkirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Botanê kir û got, "Çawa ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP û hemû partiyên dagirker hatin definkirin, wê di van hilbijartinan de hîn bêhtir bi xurtî werin definkirin. Gelê me wê vê yekê pêk bîne, divê pêk bîne. Gelê me yê li herêma Zagros-Botanê ku berxwedan û têkoşîneke mezin meşandiye, bi dayîna kedên mezin, nirxên mezin afirandiye."

Peyama Bayik bi vî rengî ye:

"Gelê me yê qehreman, kedkar, berxwedêr ê herêma Botanê. Weke tê zanîn hilbijartin nêzîk man. Di 1'ê Mijdarê de lazim e li gorî 7'ê Hezîranê xurttir encamek bi dest bikeve. Baweriya min ew e ku gelê me yê Colemêrg, Gever, Çelê, Şemzînan, Şirnex, Cizîr, Silopiya, Qilaban, Elkê, Hezex û Sêrt û navçeyên wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de serketineke mezin bi dest bixin. Çawa di 7'ê Hezîranê de AKP li wan deran xist goristanê, ne tenê AKP hemû partiyên dagirker xistin qebrîstanê wê di 1'ê Mijdarê de jî vêya behtir xurttir pêk bînin. Lazim e vê pêk bînin. Ji ber ku gelê me li herêma Zagros, li herêma Botan bi salane berxwedaneke mezin dijî. Gelek şer kirin, berxwedan kirin. Berdêlên mezin dan û di encamê de nirxên pir mezin afirandin. Îro jî ji bo demokratîkbûyîna tevahiya Tirkiyeyê pêşengiyê dikin. Dagirkerê faşîst ê Tirk, hikûmeta AKP'ê, Erdogan bi hemû hêza xwe hate ser Gever, Cizîr, Silopiya, Şirnex û wan deran. Ku bikaribe darbeyê lê bixe, ku karibe vîna gelê me bişikîne, teslîm bigire. Yan jî gel ji wan deran derxîne û koçberiyekê çêbike. Ji bo HDP, Kurd, hêzên demokrasiyê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de netîceyê wernegirin, ew hovîtî kirin. 

Gelê me, rastiya dewleta faşîst dagirker dît. Rastiya Erdogan, AKP'ê dît. Dît ku ew dewlet, ew hikûmet ne yê wan e. Eger a wan bûya, wê hurmeta vî gelî bigirta. Gelê me xweseriya demokratîk îlan kir. Xwest li Kurdistanê, demokrasî, azadiya bi pêş bixîne. Ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zemîneke xurt ava bike, azadiya serokatî bi pêş bixe, li Tirkiyeyê rê li ber demokratîkbûyînê veke, nirxê demokratîk azadiyê, nirxê însaniyetê li dijî dîktatoriya faşîst, li dijî dagirkeriya faşîst biparêze. Dewleta dagirker faşîst, hikûmeta wê AKP, Erdogan, ji ber ku di armanca wan de demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çarseriya pirsgirêka Kurd, qebûlkirina xweseriya demokratîk nîne bi hemû çek û derfetên xwe êrîşî Gever, Cizîr, Silopiya, Şirnexê kir, êrîşî hemû navçeyên din kir. Xwest berdêleke gelekî mezin bi gelê me yê Botan-Zagrosê bide dayîn. Xwestin bikin ku ev gel li dijî wan, demokrasî û azadiyê bi pêş nexe. Bi îrade şikandinê re xwest ya teslîm bigire, yan jî gel koçber bike. Lê belê negihaştin armanca xwe. Gelê me li Colemêrg, li Gever, li Şemzînan, li Çelê, li Şirnex, li Cizîr, li Silopiyayê, Hezex, Qilaban, Elkê, li Sêrt li hemû cihan bi hemû îmkanên xwe li dijî hovîtiya Erdogan, AKP û dewleta Tirk sekinî. Îradeya xwe, nasnameya xwe, nirxên xwe parast. Serokatiya xwe, tevger û xwe bi xwe parast. Israr kir ku ew ê têkoşîna bi salan bi pêş xist, nirxê ku ava kiriye biparêze, wê wan mezintir bike. Vaya bi her kesî da fêmkirin. Ji ber vê yekê berxwedana Cizîrê bû dîrokek. 8-9 rojan dewleta dagirker faşîst AKP Erdogan, li wê derê rewşa awarte meşand. Hovîtî kir. Bi dehan mirovên me yên sivîl şehîd xistin. Jin, zarok, kal negotin hemû şehîd xistin, birîndar kirin. Gelek mal şewitandin xera kirin. Nehiştin ku însanê me yên birîndar biçin nexweşxaneyan. Nehiştin ku mirovên me cenazeyên xwe rakin. Gelê me ev yek bi rojan jiya. 

Ji ber vê yekê gelê Tirkiyeyê yê demokrasiyê, yê di wê de israr dikin, dîsa li qada navneteweyî yên hurmeta xwe ji bo însaniyetê, nirxên demokrasî, azadiyê hebin, ji berxwedana Cizîrê ruh wergirtin. Ji berxwedana gelê me ya Gever, Silopiya, Şirnex, ruh wergirtin. Hestên wan ên azadiyê bi pêş ketin. Hemûyan got; 'gelê Kurd ji bo me rêyeke nû nîşan da. Em deyndarê gelê Kurd in'. Ev rastiyek e. Baweriya min ew e ku gelê me yê li Botan li Zagrosê wê xweseriya xwe, îdareya xwe, parastina xwe ya rewa biparêze, wê bêhtir xurt bike. Wê vê bike bingeh ku di 1'ê Mijdarê de di sindoqan de encameke mezin werbigire. Wê ji 7'ê Hezîranê mezintir encamê werbigire. 

Banga min ew e, ku sedem çi dibe bila be yên ji cih û warên xwe bûne, çûye gund, navçe yan jî bajarên din, divê di 1'ê Mijdarê vegerin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Dengek dengek e. Lazim e kes nebêje, dengê min hebe nebe, encamê naguherîne. Ev ne rast e. Her dengek wê encamê biguherîne. Ji ber vê yekê, her kes li ku derê qeydkirî be, divê bê wê derê û dengê xwe bi kar bîne. Û cîranên xwe li ser vê esasî bixe nava tevgerê. Di vir de lazim e xemsarî, ihmalkarî nebe.

Tê zanîn, dewleta Tirk a faşîst, Erdogan AKP, bi hemû îmkanên xwe dixwaze pêşî li HDP'ê, pêşî li gelê me bigire ku neçe ser sindoqan. Gelek hîleyan dike, dixwaze cihê sindoqan biguherîne. Ji bo mirovên çûne derve, ji bo neyên dengê xwe bi kar nînin, zextan dike. Dixwaze yê heyî jî koçber bike. Bi vê armancê îmkanên madî yên desthilatdariyê bi kar tîne. Dixwze gel bixapîne, lîstikan, hîleyan bike. Ji ber vê yekê divê hem biçe ser sindoqan dengê xwe bi kar bîne, hem xwedî li sindoqan derkeve û nehêle ku hîle çêbibe. Wer kar bikin ku şeqemeke mezin li dagirkeriyê, li Erdogan li AKP'ê bidin. Ku careke din nikaribin wer bi îradeya me, bi nirxên me bi têkoşîna me bilîzin. 

Ji ber vê yekê di hilbijartinê de li herêma Colemêrg, li herêma Şirnexê çend parlamenter hebin, lazim e hemû di bin sîwanê HDP'ê de bên qezençkirin. Ev ê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re bike. Ev ê xizmetê ji azadiya Serok Apo re bike. Ev ê xizmetê ji demokratîkbûyîna Tirkiyeyê re bike. Ev ê nehêle ku Erdogan bibe sûltan, ev ê nehêle ku AKP careke din li ser serê gelê me û gelên Tirkiyeyê bibe bela. Wê pêşî li dîktatorî, sûltanî, faşîzmê bigire. Ji ber ku ev hilbijartin ji ya 7'ê Hezîranê girîngtir e. 7'ê Hezîranê derbek mezin li netewe dewletê da û rêya neteweya demokratîk vekir. Erdogan, AKP, MHP ên netewe dewlet di dest de ne, dest dan hev du ku pêşî li vê bigirin û nehêlin li Tirkiyeyê neteweya demokratîk bi pêş bikeve. Ku Tirkiyeyek nû bi pêş nekeve. Darbe li parlamentê, li HDP'ê, li hilbijartinan kirin, şerekî bê qanûn, şerekî gemarî bi pêş xistin. Yên ji desthilatdariyê ketin, xwestin bi şer, bi hovîtî li ser desthilatdariyê bimîne. Ji ber vê yekê, li ser navê Kurd û Kurdistanê çi nirx hebin, dane ber xwe. Çîller, Kenan Evren bi xwe jî, li cîhanê Hîtler jî êrîşî goristanan nekirin. Lê belê Erdogan, AKP'ê êrîşî goristanan, êrîşî mirovên şehîd ketine kir. Xwest, hestiyên wan jî ji holê rabike. Ku dîrok, çand û nirxên Kurdan bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rabike. Ji ber vê yekê gelê me yê Botan-Zagrosê bi qehremanî li dijî wê sekinî û disekine. Baweriya min ew e ku di hilbijartinên 1'ê de jî, wê berxwedana xwe ya dîrokî û lehengî wê di sindoqan de mezintir bike. 
Li ser van esasan ez bang li hemûyan dikin, ku dengê xwe bi kar bînin, li sindoqan, li vîna xwe xwedî derkevin. Di vê hilbijartinê de AKP Erdogan dagirkeran têxin goristanê ku careke din şîn nebe. Li ser van esasan we hemûyan silav dikim, hurmetên xwe diyar dikim."