Ji hilbijartinan re kêm roj mane, HDP’e li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinan bi lez didomîne. Namzetê HDP’ê yê Wanê Nadîr Yildirim, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya jî di nav de HDP'yî çûn Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, xwendekar ziyaret kirin. Heyeta HDP’ê destpêkê bi Rektorê Zanîngehê Peyamî Battal re, piştre jî li kampusê bi xwendekaran re hatin gel hev. Li vir Nadîr Yildirim axaftinek kurt kir, bi bîr xist ku yê ku AKP’e ji desthilatiyê xistiye, HDP’e ye; lê AKP’e hewl dide ku desthilatiyê bi zorê di dest xwe de bigire.
'EM LI BENDA PIŞTGIRIYA HER KESÎ NE'
Yildirim diyar kir ku konsepta şer a hikûmeta AKP’ê xistiye meriyetê, li ser Kurdan û kesên muxalîf dimeşînin û wiha berdewam kir: “AKP’e dixwaze bi rejîmek otorîter, zext û şer ve desthilatiya xwe bidomîne. 1’ê Mijdarê di serî de ciwan di bin berpirsiyariya tevahî hêzên demokratîk, wekhevîxwaz, azadîxwaz û beşên muxalîf de ye, ji bo tevahî bawerî, çand û nasnameyên etnîk qonaxeke dîrokî ye. Em di 1’ê Mijdarê de ji bo Tirkiyeyek azad, demokratîk û wekhevîxwaz li benda piştgiriya we hemûyan e.”
PIŞTGIRIYA VEGUHESTINÊ WÊ BÊ DAYÎN
Yildirim bang li hemû ciwanan kir ku dengên xwe bi kar bînin û diyar kir ku wê ji bo ciwanên biçin bajarên xwe dengên xwe bikar bînin piştgiriya veguhastinê bikin.