Dayika Elîf spartin axê

Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Şemsê Bîrcan Yildiz (Komando Ayşe) Elîf Yildiz li Dêrsimê hat definkirin.

Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Şemsê Bîrcan Yildiz (Komando Ayşe) Elîf Yildiz li gundê Gulbarînê yê Pêrtagê ya Dêrsimê hat definkirin. Dayika Elîf ji ber nexweşiya dil li Nexweşxaneya Enqereyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Elîf anîn Pêrtagê. Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul, Hevserokên HDP'ê yên Dêrsimê û gelek welatî tevlî merasîma cenazeyê Dayika Elîf bûn. Piştî wecîbeyên olî, nameya zarokên Dayika Elîf ên ku nikaribûn bihatana hat xwendin.

Cenazeyê Dayika Elîf birin gundê Gulbarînê û li goristana gund hat definkirin. Piştî merasimê welatiyan qurnefîl danîn ser gora Dayika Elîf.