KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gefa 'deng nedin HDP'ê' li keyayan hat xwarin
Alîkarê Serokê Komeleya Keyayên Patnosê Ozcan Ozalaca diyar kir, ku tevî keyayên Patnosî, keyayên li gelek navçe û bajaran rastî gefa AKP'ê tên. Ozalaca da xuyakirin ku AKP gefa xizmetê li keyayan dixwe. -
'Divê bersiveke demokratîk a gelan hebe'
Endama Komîteya Wêjeyî ya KCK'ê Nûpelda Engîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Mereşê kir, ku ji bo demokrasiyê helwestekê nîşan bide. -
"Ji bo xweseriya Kurdistanê û biratiya gelan biçin ser sindoqan"
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bang li gelê li Ewropayê kir û got, "Di 1'ê Mijdarê de vîna xwe nîşan bidin. Ne tenê welatparêz, pêwîste her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' di vê hilbijartinê de bi heman ruhî biçin ser sindoqan." -
Endamê Meclîsa Şaredariya Farqînê hat binçavkirin
Li navçeya Farqînê ya Amedê endamê Meclîsa Şaredariya Farqînê Taner Ûçar hat binçavkirin. -
Mamostayên Silêmaniyê rêbazê çalakiya xwe ya boykotê guhertin
Mamostayên li Silêmaniyê hatin gel hev biryar dan ku rêbazê çalakiya boykotê biguherin. -
Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin rêveberê EMEP’ê Aydin Keser, Serokê Şaxa Dêrsimê ya Genel-Îş Erkan Yilmaz û Haydar Akdag in. -
Xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Şik jiyana xwe ji dest da
Xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Şik di qezaya trafîkê ya li navçeya Peyasê de birîndar bû tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin. -
Li Xûrmatû teqîn: 2 mirî 25 birîndar
Li navçeya Xûrmatû ya Kerkukê wesayîteke bombebarkirî teqiya, 2 kes mirin 25 kes jî birîndar bûn. -
5 kes li Erziromê hatin girtin
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê 5 kes bi îdîaya di komîsyona gund de cih digirin hatin girtin. -
Komkujiya Licê hat şermezarkirin
Di pêşengiya Platforma Licê li Edaletê Digere komkujiya Licê ya 22’ê Cotmehê 1993’an bi mirina 18 kesan bi encam bibû, bi daxuyaniyek çapemeniyê hat şermezarkirin. -
Leşkeran Şehîdgeha Mawa xera kirin
Li sêgoşeya Sêrt, Mêrdîn û Êlihê leşkeran bi kepçeyan ve Şehîdgeha Mawa ku gorên PKK'iyan hene xera kirin. -
Namzetên HDP’ê li Wanê rastî eleqeyeke zêde hatin
Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê xebatên xwe yên hilbijartinan bi civînên taxan û ziyareta esnafan didomînin. -
Li Kopê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Kopa Mûşê di serdegirtinên gund û taxan de bi dehan kes hatin binçavkirin. -
Li xeta sînorê Avaşîn amadekariya êrîşên dijwar
HPG’ê diyar kir ku 21’ê Cotmehê saet 19.20’an hêzên gerîlayan li hember nîzamiya qereqolê û qeymeqamtiyê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi armanca hişyariyê çalakî li dar xistin. -
Namzetên HDP'yî li Hezo bi gel re hatin gel hev
Namzeta HDP’ê Başaran a li Hezo bi gel re hat gel hev got: "Piştî 7’ê Hezîranê AKP’ê li hember gelê Kurd şerekî herî qirêj û bêexlaq daye destpêkirin; Em ê di 1’ê Mijdarê de qesra wan a bi xwîna gelên me ava kirine bi serê wan de xera bikin.” -
Yuksekdag li Mêrdînê bi saziyên civaka sivîl re hat gel hev
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Mêrdînê di civîna partiya xwe de axivî û gefa Serokwezîr Davutoglu ya "torosên spî" bi bîr xist û nirxandina "Bi vî axaftina xwe ve bi awayekî aşkera sûcekî mezin qebûl kir. -
Tevgera artêşa Tirk didome
Li hember herêmên gerîla, êrîşên artêşa Tirk didomin. Qereqola Oremarê ya li Geverê, herêmên Şehîd Gafûr û Şehîd Faraşîn bi obus, hawan, tank û bombeyên mîsketan bomberdûman kir. -
Gerîlaya YJA Star Onen ji aliyê hezaran ve ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin
Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Onen (Hêlîn Faraşîn) a 16'ê Cotmehê li Dersîmê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi dirûşma, "Qatil Erdogan" hat definkirin. -
Ji bo Bûlûr ê ji ber mirina mixaletiyê xwe nerazîbûn nîşan da 16 sal ceza tê xwestin
Der heqê Bûlûr ê di merasîma cenazeyê mixaletiyê xwe yê li Sêrtê jiyana xwe ji dest da nerazîbûn nîşanî şer de 16 sal ceza hat xwestin. Bûlûr nerazîbûn nîşanî Erdogan dabû û gotibû: “Bira bi bira dide kuştin.” -
Li Çelê û Şemzînanê ‘OHAL’ hat berfirehkirin
Walîtiya Colemêrgê gelek herêmên di navbera Şemzînan û Çelê wek “Herêmên Ewlekariya Taybet ” îlan kir û ketina sivîlan hate qedexekirin. -
Di nava hefteyekê de 3 caran hat binçavkirin
Hevserokê DBP'ê yê Miksê Mesut Yabalak û du DBP'î li Artemêtanê hatin binçavkirin. -
Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê îro jî li kolanan bûn
Çalakiyên mamosteyên li Başûrê Kurdistanê yên ji bo wergirtina mûçeyên xwe, dewam dikin. Li Silêmaniye û navçeyên Şarezûr, Seîdsadiq, Pencwên û Hewraman mamosteyan dibistan boykot kirin û daketin kolanan. -
Parlamentera HDP'ê Botan: Polîs gefa mirinê li min xwar
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku polîs lûleya tivingê daye zikê wê û gefa kuştinê lê xwariye. -
'Ti hêza ku Kurdan mûxatab negirin wê nikaribe li herêmê bi bandor be'
Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr, pêvajoya ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve ji ajansa me re nirxand. -
Demokratîbûn bi rawestandina AKP’ê pêkan e - Cemîl Bayik
"Rehawet ber bi têkçûnê ve, berpirsiyarî, cidiyet û xebata bi tempo jî ber bi serketinê ve dibe. Ji ber vê yekê jî divê her kes li cihê lê ye her kêlî ji bo seferberiya hilbijartinê bixebite."