Li Xûrmatû teqîn: 2 mirî 25 birîndar
Li navçeya Xûrmatû ya Kerkukê wesayîteke bombebarkirî teqiya, 2 kes mirin 25 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Xûrmatû ya Kerkukê wesayîteke bombebarkirî teqiya, 2 kes mirin 25 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Xûrmatû ya Kerkukê wesayîteke bombebarkirî teqiya, 2 kes mirin 25 kes jî birîndar bûn.

Îro danê êvarî li taxa leşkerî ya navçeya Xûrmatû ya girêdayî Kerkukê li hember Şîiyên ku di merasîma roja yekemîn a meha Muharremê de aşûre belav dikirin bi wesayîteke bomberbarkirî êrîş pêk hat. Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan herî kêm 25 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya asayîşa Xûrmatû, li hember girseya ku roja yekemîn a meha Muharremê ji bo çêkirina aşûreyê kom bibûn ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 25 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û hin gumanbarên dibe ku têkiliya wan bi teqînê re hebe hatine binçavkirin.