BI DÎMEN

"Ji bo xweseriya Kurdistanê û biratiya gelan biçin ser sindoqan"

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bang li gelê li Ewropayê kir û got, "Di 1'ê Mijdarê de vîna xwe nîşan bidin. Ne tenê welatparêz, pêwîste her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' di vê hilbijartinê de bi heman ruhî biçin ser sindoqan."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bang li gelê li Ewropayê kir û got, "Di 1'ê Mijdarê de vîna xwe nîşan bidin. Ne tenê welatparêz, pêwîste her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' di vê hilbijartinê de bi heman ruhî biçin ser sindoqan."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ev bang li gelê li Ewropayê kir:

"Îro li Kurdistanê  dîrokek tê nîvîsandin. Cara yekem e ku Kurd bi xwe xwe bi rê ve dibin.  Xweseriyên xwe yên demokratîk û rêveberiyên xwe yê xweser ava dikin. Cara yekem e ewqas nêzî azadiyê bûye û ber bi azadiya xwe ve diçin. Ev çil sal in têkoşîneke pir dijwar  hate meşandin. 

VÎNA GEL RED KIRIN

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, eniyên demokrasiyê hatin cem hev û hevdîtinek çêkirin. Vê tifaqê, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de encamên xwe nîşan da. HDP bi rêjeyeke bilind a dengan re derbasî Meclîsê bû. Lê piştî 7 Hezîranê dewleta ku li ser faşîzma yek devlet, yek netewe hatiye avakirin  vîna gel red kir. Di civîna 10'ê Hezîranê ya dewleta Tirk de, biryar hat dayîn ku vîna 7'ê Hezîranê neyê naskirin. Piştî vê rojê êrîşên pir dijwar destpê kirin. Em ji bîr nekin; êrîşên di 24'ê Tîrmehê de destpê kirin, li ser vê bingehê hatin destpêkirin. Di heman demê de ûyera Enqereyê, îşkence û lêdana girêdayî van polîtîkayan ketin rojevê.

BIÇIN SER SINDOQAN

Gelê me yê li Ewropayê dijî, di 7'ê Hezîranê de vîna xwe nîşan da. Lê belê mirovên welatparêz û demokrat pêwîste hîn bêhtir bi hestyar tevbigerin. Bi sed hezaran ciwan hene, tevî ku welatparêz in û bi ruhê demokrasiyê dijîn, naçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar nînin. Ji ber ku jiyana li wê derê mirovan bêxem dike. Ji ber ku cihê sindoqên dengan bi sedan kîlometreyî dûr e, divê gelê me bi xemsarî tevnegere û nebêje em naçin dengdayînê. Ne tenê welatparêz, divê her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' biçin ser sindoqan.

PÊWÎSTE YÊN NE BIRÊXISTINKIRÎ BÊN BIRÊXISTINKIRIN

Pêwistê her welatparêz, cînarên xwe, nasên xwe û kesên ku dûr disekinin hemû kesî bibin ser sindoqan. Di 7'ê Hezîranê de vîna ku derket holê vîna rêxistinkirî bû. Pêwîste yên ku ne rêxistinkirî, bên birêxistinkirin. Li Ewropayê bi sed hezaran Kurd, Elewî, Êzidî û Tirkmen hene. Pêwîste em xwe bigihînin wan. Ji vî alî ve divê em xwe hinekî biêşînin.

HILBIJARTINEKE DÎROKÎ YE

Hilbijartina 7'ê Hezîranê çiqasî girîng bû û aliyekî xwe yê dîrokî hebû, ev hilbijartin jî xwedî heman taybetmendiyê ye. Hilbijartineke dîrokî ye. Li hinek cihan tê gotin ku wek referandûmekê ye. Wê demê pêwîst e her yek ji me li gor wê xwe amade bike. Di vê hilbijartinê de dengek jî dengek e. Demeke kêm ma ye, pêwîst e em zêdetir bixebitin. 

EM BIRATIYA GELÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ PÊK BÎNIN

Kesên ku dibêjin em ê roja dawî dengê xwe kar bînin, pêwîst e ji îro ve biçin dengê xwe kar bînin.  Ji bo ku em bikaribin li Kurdistanê xweseriya demokratik û rêveberiyên xweser zêdetir bi pêş ve bibin, pêwîste em dengên xwe bikar bînin.  Ev derfetê ku  40 sal e cara yekem ketiye destê me biratiya gelan a gelê Kurdistan û Tirkiyeyê em pêk bînin. Em xwe bikin hêzeke demokratîk û vê berpirsyartiyê bigirin ser milê xwe û li gor wê tevbigerin. Ji bo demokrasiyê, ji bo xweseriya Kurdistanê û biratiya her kesî, em her kesî rêxistin bikin û biçin ser sindoqan."