Ji bo Bûlûr ê ji ber mirina mixaletiyê xwe nerazîbûn nîşan da 16 sal ceza tê xwestin

Der heqê Bûlûr ê di merasîma cenazeyê mixaletiyê xwe yê li Sêrtê jiyana xwe ji dest da nerazîbûn nîşanî şer de 16 sal ceza hat xwestin. Bûlûr nerazîbûn nîşanî Erdogan dabû û gotibû: “Bira bi bira dide kuştin.”

Der heqê Bûlûr ê di merasîma cenazeyê mixaletiyê xwe yê li Sêrtê jiyana xwe ji dest da nerazîbûn nîşanî şer de 16 sal ceza hat xwestin. Bûlûr nerazîbûn nîşanî Erdogan dabû û gotibû: “Bira bi bira dide kuştin.”

Di merasîma cenazeyê leşkerê bi navê Recep Beycûr ê di teqîneke navbera Şîrvan û Berwarî ya Sêrtê de bi 8 leşkeran re jiyana xwe ji dest da ji ber axaftineke di merasîmê de doz hat vekirin. Mixaletiyê leşker Omer Bûlûr di axaftina merasîmê de gotibû: “Bira bi bira didin kuştin. min birayê xwe yê ciwan şand, cenazeyê wî werdigirim. Bila Birêz Serokkomar vê zanibe. Heta min ew anî vî temenî min çi kişand dizane? Qey qet ji Xwedê natirse? Ev ciwan li vir dirêj kir. Bira bi bira dide kuştin.”

PARVEKIRINÊN FACEBOOK DI ÎDÎANAMEYÊ DE NE

Piştî axafinê ku der barê Bûlûr de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, hesabê wî yê tevna civakî ya Facebookê, hate lêkolînkirin.

Hate diyarkirin ku di îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Erzîromê de tê gotin ku Bûlûr di hesabê xwe yê Facebookê de 15’ê Adarê wêneyekî gerîlayekî parve kiriye û şîroveyek bi vî şeklî hatiye kirin: “Agahdarî kesê ku di pevçûna bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye…”

'AKP Û DEWLET NE DOSTÊN ME NE'

Her wiha ev peyama ku Bûlûr di tevna civakî de parve kiriye jî di îdîanameyê de cih girt: “Her kî ji xwîna mirovên Pirsûsê berpirs be, Xwedê êşa ewladê wan jî bike nesîbê wan û bila gelê Kurd jî vê baş zanibe, ne AKP ne jî dewlet dostên me ne. Tenê dema Kurd dimirin canê me diêşe, ew jî bi vê kêfxweş dibin. Kesên ku mirov û mirovatiyê dikujin bila bimirin, Şehîd namirin!”

Hate diyarkirin ku Bûlûr di roportaja xwe de, “Niha kes nema zarokên xwe jî dişînin leşkertiyê, bila ji bo çi bişînin?” hatiye gotin û hat îdîakirin ku ev axaftina gel ji leşkertiyê sar dike.

CEZA HAT XWESTIN

Li gor îdîanameya ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran hatiye qebûlkirin, der barê Omer Bûlût, ji sûcê ‘gel ji bo hêrsê û dijminantiyê vekirî tehrîk dike” ji salekê heta 3 salan, “gel ji leşkertiyê sar dike” ji 9 mehan heta 3 salan, ji ber 2 carî “propagandaya rêxistina terorist” kiriye jî ji 2 salan heta 10 salan girtina wî tê xwestin.