Demokratîbûn bi rawestandina AKP’ê pêkan e - Cemîl Bayik
"Rehawet ber bi têkçûnê ve, berpirsiyarî, cidiyet û xebata bi tempo jî ber bi serketinê ve dibe. Ji ber vê yekê jî divê her kes li cihê lê ye her kêlî ji bo seferberiya hilbijartinê bixebite."
"Rehawet ber bi têkçûnê ve, berpirsiyarî, cidiyet û xebata bi tempo jî ber bi serketinê ve dibe. Ji ber vê yekê jî divê her kes li cihê lê ye her kêlî ji bo seferberiya hilbijartinê bixebite."
Tirkiye diçe hilbijartineke nû. Encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê beyî nîşandana pratîkekê, tine hatibûn hesibandin. Tayyip Erdogan beyî derfetê bide pêkanîna hikûmetekê, yekser biryara hilbijartinê girt. Bi rengekî vekirî darbe li dij hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêk hat. Bi gotina wan 'HDP a ku diviyabû ne di nava sîstemê de bûna', dema AKP ji desthilatdariyê xist û deriyê Tirkiyeya demokratîk vekir, Tayyip Erdogan encamên hilbijartinê tine hesibandin, derî li hêzên demokrasiyê û Tirkiye ya nû girt.
Hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê qonaxeke dîrokî ne. Tirkiye cara yekemîn bû xwedî tabloyeke li gor dîrok û sosyolojiya xwe. Her çiqas Tayyip Erdogan û AKP vê tabloyê tine bihesibînin jî paşeroja Tirkiyeyê, wê ji aliyê vê tabloya ku di 7'ê Hezîranê de derkete holê ve bê afirandin. Yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê wê bi ruhê 7'ê Hezîranê pêk were. Her nêzîkatî ya ji bilî vê yekê wê ji bo Tirkiyeyê were wateya belavbûnê. Wekheviya cudahiyan a di nava demokrasiyê de û azadiya wan wê avakirina yekîtiya Tirkiyeyê û zêdebûna hêza wê bi xwe re bîne. Her çiqas neteweperestên xwedî têgihiştina netewe-dewlet berevajî vê yekê îdîa bikin jî ya rast ev e. Ji ber ku neteweperestên şoven bi berçavkên xwe li cîhanê mêze dikin nafikirin ku têgihiştin û rastiyeke din hebe. Niha AKP jî bi navê neteweperestên şovenîst êrîşê ruhê 7'ê Hezîranê dike.
Hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê di navbera ruhê 7'ê Hezîranê û AKP ya nûnertiya neteweperestiya nû û şovenîst dike de, derbas bibin. Encamên siyasî yên di vê hilbijartinê de biafirin, wê di encama têkoşîna van du partiyan de diyar bibe. Ji ber ku partiya bi tenê ya dikare têgihiştina desthilatdariyê ya AKP'ê ya otorîter, hegomonîk rawestînê HDP ye. Tenê bi mayina di bin bendê de AKP dikare bigihije hedefa xwe. Ji bilî vê yekê derfet û şansê AKP'ê yê bûyina bi serê xwe destihlatdar nemaye. Ev di heman demê de radixe ber çavan ku bijarka Tirkiyeyê ya bi tenê serketina HDP'ê ye. Eger bi siyaseta demokratîk pêşiya demokrasiyê were vekirin û li gor sosyolojiya Tirkiyeyê, Tirkiyeke nû were avakirin, ev tenê bi serketina HDP'ê mimkun e.
Li Tirkiyeyê ketina rêya rast a siyasetê tenê bi serketina HDP'ê dikare pêk were. Dawî li beza AKP'ê ya li pey hegemonyaya otorîter, gihiştine asteke di demokratîkbûna Tirkiyeyê de rol girtina CHP'ê jî her wiha bisînorkirina MHP'ê jî tenê bi serketina HDP'ê mimkun e. Eger HDP bi ser nekeve CHP nikare di demokratîkbûnê de rolekê bileyize. Tenê wê bibe berpala AKP'ê. Çi AKP destihlatdar be, çi jî CHP biçe bi AKP'ê re koalisyonê bike, wê ti rola CHP'ê di demokratîkbûnê de tine be. Tenê serketina HDP'ê wê bibe rûhekî nû yê siyasî ku li Tirkiyeyê belav bibe.
Bêguman di rewşa heyî de tenê cihgirtina di parlamentê de ji bo demokratîkbûnê têrê nake. Muxalefeteke ku bi parlamentê bi sînor bimîne wê bibe perdeya li ser şerê taybet. Ji ber vê yekê jî tevgera bi hev re ya muxalefeta hundirê parlamentê û ya derve gelekî girîng e. Têkoşîneke hevbeş an parelel dikare demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê yekê jî cihgirtina HDP'ê di parlementê de dikare roleke girîng bileyize. Ji ber vê yekê jî serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de gelekî girîng e. Eger HDP bi ser nekeve û AKP bi serê xwe bibe desthilatdar mîna hikûmeta şer AKP wê şer dijwartir bike. Ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd wê bêhtir êrîş bike. Bi xeyal û hamaseta kesî PKK têk nebir, ez ê têk bibim wê Tirkiyeyê ber bi şerekî gelekî dijwar ve bibe.
Ji ber vê yekê serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de girîng e. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê di mercên giran de pêk werin. AKP wê bi her awayî hewl bide HDP'ê di bin bendê de bihêle. Ji bo vê yekê jî divê xabatên vê hilbijartinê bi xurtî werin meşandin û tevgereke hestiyarî hebe. Divê were gotin dengek jî dengeke û biçin ser sandoqê. Divê Kurd û hêzên demokrasiyê bibînin ku ev yek di diyarkirina pêşeroja wan de gelekî girîng e. Ji bo birina gel a ser sandoqan hewldaneke mezin were nîşandan.
Ti têkoşîn di rastiya Tirkiyeyê de, ne alternatîfa ya din e. Divê her têkoşîn mîna yên hev û din tamam dikin werin dîtin. Demokrasî, li Tirkiyeyê têkoşîneke piralî û hev tamamkirin, hêzdayina hev a pêkhateyên, bi vê têkoşînê re dikare pêk were. Li tevahiya cîhanê wisa bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê ev rastî derbasdartir e. Ji ber vê yekê jî îlanên xwerêveberiyê û berxwedanên di vê mijarê de hatin nîşandan divê hilbijartinê bê wate nehêlin. Divê hem li xwerêveberiyan xwedîderketin hebe, hem jî ji bo serketina hilbijartinê xebat bidomin. Di vê çerçoveyê de divê neyê gotin me xwerêveberî îlan kir, em ji xwe demokrasiya xwe saz dikin û bi vê yekê re rê li neçûna sandoqan û bê watekirina hilbijartinan neyê vekirin.
Ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî divê girîngiyê bidin xebatên hilbijartinê. Ji ber ku encamên hilbijartinê bi taybetî li bajarên mîna Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Bûrsa, Mersîn, Antalya û Dîlokê diyar dibe. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên şoreşger û demokratîk mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî bixebitin. Di serketina 7'ê Hezîranê de roleke mezin a xebatên şoreşger, sosyalîst, Elewî û hemû demokratan hebû. Bend û astengiyên AKP'ê wisa hatin rûxandin. Ji ber vê yekê di van deh rojên mayî de herkes divê bêhtir seferber bibe û serketineke ji ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê mezintir ji bo biafirê xebat were meşandin.
Rehawet ber bi têkçûnê ve, berpirsiyarî, cidiyet û xebata bi tempo jî ber bi serketinê ve dibe. Ji ber vê yekê jî herkes li cihê lê ye her kêlî ji bo seferberiya hilbijartinê bixebite; heta têgihiştina AKP'ê ya faşîst û otorîter were paşxistin û bi ruhê 7'ê Hezîranê deriyê Tirkiyeya demokratîk a nû heya dawî were vekirin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA, AZADIYA WELAT