Li xeta sînorê Avaşîn amadekariya êrîşên dijwar

HPG’ê diyar kir ku 21’ê Cotmehê saet 19.20’an hêzên gerîlayan li hember nîzamiya qereqolê û qeymeqamtiyê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi armanca hişyariyê çalakî li dar xistin.

HPG’ê diyar kir ku 21’ê Cotmehê saet 19.20’an hêzên gerîlayan li hember nîzamiya qereqolê û qeymeqamtiyê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi armanca hişyariyê çalakî li dar xistin. HPG’ê destnîşan kir ku operasyona artêşa Tirk a li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê didome, diyar kir ku îro balafirên şer ên Tirk girê Şehîd Ezîz bomberdûman kirine.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 21’ê Cotmehê saet 19.20’an hêzên gerîlayan li hember nîzamiya qereqolê û qeymeqamtiyê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi armanca hişyariyê çalakî li dar xistin. HPG’ê da xuyakirin ku çalakî ji bo bersivdayina operasyona berfireh a Çarçella pêk hatiye û wê piştre detayên wê bên ragihandin. Daxuyanî wiha didome: “Operasyona ku ji aliyê Fermandariya Sînor a Colemêrgê hatiye destpêkirin li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de 22’ê Cotmehê (îro) saet 10.00’an balafirên şer girê Şehîd Ezîz bomberdûman kirin.

Ji pêvajoya bêçalaktiyê 2 komên kontra li qada Dalaverya ya girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê, cilên ku hêzên me li xwe dikin kirine ber xwe û li vê qadê xebatan dimeşînin. Ev komên kontra dest danîne ser şivanê gundê Dersilavkê yê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê, pere û erzaqên wî desteser kirine û heqaret lê kirine.

21’ê Cotmehê piştî nîvro saet 13.00’an ji baregeha leşkerî ya Şirnexê ya girêdayî artêşa Tirk, li qada Mawa û derdora Şehîdgeha Şehîd Kendal ên girêdayî Gabarê operasyon hatiye destpêkirin. Li ser çiyayê Mawa û li gundê Guhera yên girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê, helîkopterên Skorsky 20 caran leşker danîne û li vê qadê bênavber pêgerên hewayî yên keşfê geriyane. Der barê detayên tevgera leşkerî ya vê qadê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

21’ê Cotmehê artêşa TC ji navenda Amedê sewqiyateke zêde ya leşkeran li navendên navçeyên Licê, Hênê û Karazê kiriye. Êvara heman rojê saet 19.00’an qada Sîsê dan ber hawanan.

Komek kontra li gundên Miyalan û Sûalan ên girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlikê, cilên gerîla li xwe kirine û li ser navê tevgera me gundî tehdît kirine.

LI MOTKIYA BEDLÎSÊ OPERASYON

21’ê Cotmehê danê êvarî li herêma Xaçareş a girêdayî navçeya Motkî ya Bedlîsê, leşkerên ji Bedlîsê jî tê de, operasyonek berfireh dan destpêkirin. Ev operasyon li herêmên rêzeçiyayên Tap, Xaçînan û Çiringêzê didome. Cerdevanên navçeya Motkî, cerdevanên gundên Deşta Xutê û Dêrxasê yên girêdayî Motkî jî tevlî vê êrîşê bûne. Agahiyên bi detay ên vê tevgerê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

22’ê Cotmehê li qadên Sirta Jor, Kara Hamza, Xiznawê, Xişok û qûntarên Çiyayê Şerefdîn ên girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlikê, artêşa TC bi tevlîbûna tîmên taybet dest bi operasyonê kiriye. Di vê operasyonê de zêde kemînan datînin, her wiha li hember gel ên li gundên derdor jî zextê bikar tînin.

18’ê Cotmehê pevçûn di encama operasyona artêşa TC a li herêma Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de derket, di vê pevçûnê de hevalekî me gihişt şehadetê. Ji ber ku agahiya pevçûnê dereng gihişt destên me; em agahiyên nasnameya hevalê xwe niha parve dikin.

Agahiyên sicîlê yên hevalê me yê gihişt şehadetê;

Nasnav: Azad Welat

Nav-Paşnav: Azad Gunay

Cihê Jidayikbûnê: Elmanya

Navê Dayik-Bav: Gulperî – Aydil

Dîrok û Cihê Şehadetê: 18’ê Cotmehê 2015 / Colemêrg”

...