Li Kopê bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Kopa Mûşê di serdegirtinên gund û taxan de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 1’ê Mijdarê re operasyonên qirkirina siyasî zêde bûn.

Li Kopa Mûşê di serdegirtinên gund û taxan de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Kop a Mûşê dane sibehê di serdegirtinên gund û taxan de bi dehan kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malên li Taxa Zafer a girêdayî navçeyê de Mazhar Danişman, Necatî Danişman, Fatîh Danişman û hevsera wî Aygul Danişman hatin binçavkirin. Di heman saetan de li bajaroka Rustemgedîk jendermeyan girtin ser 4 malan, Serokê HDP’a Bajarok Ferît Şahîn, Omer Aydin û Fehmî Gok hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de ji ber welatiyê bi navê Tûncer Ertem ne li malê bû nehat binçavkirin.

Dîsa li gundê Êlîbonciya yê girêdayî navçeyê di serdegirtina malan de Zekî Ozdemîr, Sadik Ozdemîr, Abdurrahman Çîftçî, Alî Guzel, Mîkaîl Kaplan, Nedîm Tohûmcû û Menaf Hasçelîk bi hevserên xwe re hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên li navenda navçeyê hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyeta Navçeyê kesên din jî birine Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. Welatiyên li gundê Êlîbonciya hatin binçavkirin piştî îfadeya wan a li Fermandariya Jendermeyan serbest hatin berdan.