Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Onen (Hêlîn Faraşîn) a 16'ê Cotmehê li Dersîmê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê bi dirûşma, "Qatil Erdogan" hat definkirin.
Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Onen (Hêlîn Faraşîn) a 16'ê Cotmehê li çoltara Dêrsimê di êrîşa hewayî de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê hat definkirin. Piştî karê otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Xerpêtê cenazeyê Onen ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û anîn Dêrikê. Cenazeyê Onen di ketin navçeyê de bi girseyî hat definkirin. Girseya bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Onen, alên PKK, KCK û YPG'ê cenaze pêşwazîkirin bi dirûşma "Şehîd namirin" cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.
Cenazeyê ji morgê hat wergirtin ji aliyê jinan ve bi dirûşman birin Goristana Kalîkoyê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Onen bi dûayan hat definkirin. Piştî rêzgirtinê siruda "Çerxa şoreşê" hat xwendin.
Rêveberê MEYA-DER'ê Abdullatîf Tabar diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê AKP'ê û Erdogan serketina gelê Kurd hezm nekir û dest bi şer kirin û wiha got: "Em bang li hêzên li hemberî gelê me komkujî, girtin û îşkenceyan dikin, 40 salin ev gel li hemberî van polîtîkayên hov serî netewandin."
Li ser navê malbatê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî diyar kir ku şehîd rûmeta gel in û wiha got: "Rêheval Hêlin ji bo têkoşîn û azadiya gelê Kurd canê xwe feda kir. Em serbilind û bi rûmet in. Serê gelê me sax be."
Ji bo Onen dê li Taxa Bahçelîevler 3 rojan sersaxî bên qebûlkirin.