Mamostayên Silêmaniyê rêbazê çalakiya xwe ya boykotê guhertin
Mamostayên li Silêmaniyê hatin gel hev biryar dan ku rêbazê çalakiya boykotê biguherin.
Mamostayên li Silêmaniyê hatin gel hev biryar dan ku rêbazê çalakiya boykotê biguherin.

Mamostayên li Silêmaniyê hatin gel hev biryar dan ku rêbazê çalakiya boykotê biguherin.
Îro danê êvarî mamosteyên koordînasyona çalakiyê pêk tînin, li Silêmaniyê li Culture Café civînek li dar xistin, biryar dan ku çalakiya her roj pêk tînin rêbazê wê biguherin. Mamosta wê çalakiyê xwe di nav hefteyê de rojekê li dar bixin. Daxuyandin ku çalakiyên wan her hefte rojên Şemiyê sibê saet 09.00’an destpê dike heta saet 12.00’an didome.
Piştî civînê, mamostayan daxuyaniyek dan çapemeniyê, destnîşan kirin ku li Başûrê Kurdistanê berpirsê aloziya aborî, siyasî û nedana mûçeyan ne mamosta ne.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Me wek mamosta biryar dabû ku ji ber mûçeyên me nadin, em dibistanan boykot bikin, nekevin dersan, lê ji bo dibistan perwerdeyên xwe bidomînin û ti pirsgirêk di perwerdeyên xwendekaran de dernekevin, me biryar da ku em rêbazê çalakiya xwe biguherin.” Di daxuyaniyê de naveroka rêbaza çalakiya nû û daxwaz jî hatin rêzkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ger daxwaz pêk neyên wê ji nû ve çalakiya boykota giştî destpê bikin û wiha dewam kir: “Ji îro şûn ve êdî em ê çalakiya xwe ya boykotê roja yekemîn a hefteyê, roja Şemiyê, danê sibê saet di navbera 09.00-12.00’an de li dar bixin. Heta ku em mafê xwe bi dest bixin em ê bi vî rêbazî berdewam bikin. Em daxwaz dikin ku her 4 salan carekê rêveberiya xwe em bi xwe hilbijêrin û pêwîst e desthilatî jî li hember vê biryara me hurmetê nîşan bidin. Ger daxwazên me di demek kurt de pêk neyên, em ê ji nû ve çalakiya xwe ya boykota giştî berdewam bikin.”